Habaşî ji bo HDP'ê got: Hûn ne bi tenê ne!

Endamê Polîtbûroya Tifaqa Sosyalîst a Gel a Misrê destek da HDP'ê û got, "Hûn ne bi tenê ne!"

Habaşî diyar kir zexta weke ya li ser HDP'ê li Misrê li ser wan jî heye, HDP jî weke wan ji bo karker û çewisandiyên li cîhanê dixebite û armanca wan ew e ku 'enternasyoanêl'ê ku tenê dirûşmeyek e, bikin rastî.

Habaşî got li dijî zextan HDP her cure desteka exlaqî, siyasî û piştevaniyê heq dike, zexta li Tirkiyê îro li Misrê jî bûye 'normal'a jiyana siyasî ye.

Habaşî her wiha bi bîr xist alîkarê serokê partiya wan Abdel Naser Ismaîl jî ev 18 meh in girtî ye û ji gelek partiyên din jî siyasetmedar girtî ne.

Habaşî bang li HDP'yiyan kir û got,''Serbilind bin! Hûn ne tenê ne û em bi hev re qet ne kêm in.''

Habaşî her wiha alîkariya seroktiya Forûma Ji bo Cîhanê Alternatîf (WFA) a Dakarê dike û endamê Navenda Lêkolînê ya Ereb-Efrikî (AARC) ye jî.