Guzel: Daxwaza sereke ya gelê me rakirina tecrîdê ye

Yek ji parlamenterên Amedê yên HDP'yî Semra Guzel diyar kir ku wê li meclîsê daxwazên gelê Kurd derxînin pêş û got, "Armanca sereke ya gelê me, rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û azadiya wî ye."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de 11.7 ji sedî yê dengan stend û bû partiya sêyemîn a herî mezin. HDP'ê li Amedê 9 wekîl derxist. Yek ji wan jî Semra Guzel e. Guzel doktorek e ku bi biryarnameya di hukmê qanûnan de ji kar hate derxistin. Guzel ku dema dawî Hevseroka Odeya Tabîban a Amedê bû, wê têkoşîna xwe êdî li meclîsê bidomîne. Guzel destnîşan kir ku wê ji bo jinan, li dijî derxistina mirovan a ji kar û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya wî, li meclîsê têbikoşe.

DAXWAZA SEREKE YA GEL RAKIRINA TECRÎDÊ YE

Guzel da xuyakirin ku wan di demeke kin de bi karekî serketî 9 namzetên xwe li Amedê kirin wekîl û şandin meclîsê. Guzel got, "Ji bo hevalê me yê rêza 10'emîn jî, li ser raporan hîn îtirazên me dewam dikin. Tevî ku hewl dan HDP'ê di binê bendê de bihêlin, me encameke baş bi dest xist. Ez jî ne weke Semra Guzel, lê weke nûnereke gel ez ê li meclîsê bim. Karê me yê li meclîsê jî wê li gorî daxwazên gel be. Di nava sê salên bihurî de li Sûrê di dema berxwedana xwerêveberiyê de hilweşîneke cidî rû da. Vê yekê bandor li beşeke mezin a gel kir. Bi taybetî jî bandor li gelê Sûrê kir û dîrokek hate xerakirin. Gel daxwaza aştî û demokrasiyê dike. Karên me yên sereke jî wê li ser bingeha daxwazên gel be.

Mijara rakirina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rojev û daxwaza sereke ya gelê me ye. Di şexsê Birêz Ocalan de tecrîd li ser gelê Kurd e. Rêya aştî û demokrasiyê li Îmraliyê ye. Yên ku vê naxwazin, tecrîdê giran dikin."

POLÎTÎKAYA TENDURISTIYÊ YA BI ZIMANÊ DAYIKÊ

Guzel destnîşan kir ku ew weke personeleke tenduristiyê û doktorekê diçe meclîsê û li ser karên xwe yên li meclîsê got, "Ya ku polîtîkaya tenduristiyê diyar dike, siyaset e. Polîtîkayên tenduristiyê gelekî lawaz bûne. Di vê mijarê de pirsgirêkên giran derdikevin pêşiya gelê me. Mijareke bi navê 'nexweşxaneyên bajêr' heye. Li şûna ku gel ji nexweşiyan were parastin, ji gel re dibêjin 'nexweş bikevin û biçin nexweşxaneyan'. Ji bilî vê yekê, ev nexweşxane li derveyî bajêr çêkirin ku gel bi zor û zehmetiyê dikare biçe. Tenduristî mafekî civakî ye û pêwîste bê pere, wekhev û bi zimanê dayikê ev xizmet were dayin. Lê belê polîtîkaya tenduristiyê ya heyî bi vî rengî bi rê ve naçe. Mixabin berdêleke xwe ya cidî heye."

POLÎTÎKAYÊN JINÊ

Di dewama axaftina xwe de Semra Guzel bi bîr xist ku herî zêde HDP'ê wekîlên jin şandiye meclîsê û wiha dewma kir: "Partiya me 10 wekîlên jin şand meclîsê. HDP partiyeke jinan e, me ev yek bi gotin û encamên xwe raxistin pêş çavan. Karê me jî wê li ser bingeha polîtîkayên jinê bên kirin. Ji bo wezareta jinan bê avakirin, em ê gavan biavêjin. Jin wê di biryarên ku wan eleqedar dikin de bibin xwedî îrade. Wekî din, wê dîwanên edaletê yên jinan bên avakirin ku jinên şîdet li wan hatine kirin bên temsîlkirin. Karên me yên meclîsa me ya jinan jî wê bidomin. Wê hewl bê dayin ku pêşî li zêdebûna şîdet û komkujiya li jinan bê girtin."