Guven: Tirsa desthilatê ji HDP'ê û gelê Kurd e

Wekîla HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Mêrdînê axivî û got, desthilat ji gelê Kurd ditirse. Guven diyar kir, heta ku CHP nebe xwedî helwesteke zelal wê nebe desthilat.

Nobeta Demokrasiyê ya li dijî darbeya qeyûm di roja 32'yan de li Mêrdînê dom kir. Polîsên Tirk avahiya HDP'ê dorpêç kirin. HDP'yiyan çalakiya xwe li ber avahiya partiyê domandin. Wekîla HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî li nobetê hazir bû.

'JI HDP'Ê Û KURDAN DITIRSIN'

Guven bal kişande ser dorpêça polîsan a li ser çalakiyên  HDP'yiyan yên li Mêrdînê û bajarên din û got, ''Çiye ya ku hûn jê ditirsin? HDP dema ku diaxive, Kurd dema ku diaxivin çima hûn ditirsin? Çima hûn dora me dipêçin? Hûn çi jî bikin, em ê ji heqîqetê veneqetin. Em ê dubare bibêjin ev mesele bi polîtîkayên ''ewlehî''yê çareser nabe. Kurd wê berxwedana xwe ya li dijî Deheqê zalim bidomînin.''

'HETA KU MESELE ÇARESER NEBE WÊ ÊŞÊ NÛ ÇÊBIBIN'

Guven bi domdarî got HDP'ê ji bo ku gotiye, ''em rajêrî nabin'' dixwazin wê lînc bikin, gotinên xwe yên li Amedê kirî û bûyî hedef bi bîr xist û got, ''Heta ku meseleya Kurd bi rêyên demokratîk çareser nebe êş wê bidomin. Em destûra vê nedin. Em bi hev re li dij vê rawestin. Li hemû deverên cihanê rewşên wiha hatine jiyîn û ev mesele bi aqilê hevpar, bi rêyên demokratîk çareser bûne.. Dema ku em vê dibejin dibêjin, hûn gefê li me dixwin. Ev ne gefxwarin e, ev realîteyek e.''

Guven bal kişande ser desteserkirina şaredariyên Pasûr û Gogsiyê jî û diyar kir pêşî bingehê qeyûman hazir dikin, piştre kevirên wê datînin û dawiyê jî şareder têne desteserkirin. Guven diyar kir li dijî Kurdan konsepteke nû hatiye sazkirin, li ser televizyonan ji sibehê heta êvarî hin kesên ku mirov nizanin kî ne li ser navê Kurdan didin axaftin. Guven got ew diaxivin, li ser îdîaya ku ciwanan dişînin çiyê û li ser malbatên li ber HDP'ê got, ''Ev konsept ne ji bo yekîtiya Tirkiyê ne. Ê ku bi axaftinê ciwanan dişînin çiyê ne em in. Bi axaftinê yê ku vê dike Suleyman Soylu bi xwe ye. Zimanê cihêkar, ku heta êvarî di televizyonan de tê bikaranîn bêhna ciwanan tîne ber bêvila wan. Bulent Arinç ev rastî destnîşan kir û got,''de ka here ji wir''. Ev dixwazin ser rastiyê tim binixumînin.''

'CHP ZELAL NEBE NIKARE BIBE DESTHILAT'

Guven bi berdewamî bal kişande ser helwesta CHP'ê û got, CHP ne zelal e, li dijî zextan heta ku helwesta xwe bi dengekî bilind neyîn ser zimên nikare bibe deshilat.

'LI SER RÊYA AZADIYÊ EM DIMEŞIN'

Guven herî dawî got, ''heçî ji hesin bitirse li trênê siwar nabe'' û got, ''Em li wê trênê siwar bûne, li ser rêya azadiyê gav bi gav diçin. Ti hêz nikare vê trênê bisekinîne. Ne desthilata AKP-MHP'ê û ne jî desthilateke dî. Dîrokê ên ku li ser polîtîkayên 'ewlehî' rawestiyane avêtine ser sergoyê. Lê gel li cihê xwe jiyana xwe domandine."