Guven nekarî bê dîtina parêzeran

Parêzerê Guvenê îro çû hevdîtina muwekîla xwe, lê belê ji bo ku rewşa tenduristiyê ya Guven giran e, nekarî tevlî hevdîtinê bibe.

Parêzerên Leyla Guvenê ku ev 67 roj in bi armanca bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, ji bo muwekîla xwe bibînin doh çûbûn girtîgeha tîpa E ya Amedê. Lê belê ji ber ku rewşa Guvenê ya tendirûstiyê giran e nekarîbû tevlî hevdîtinê bibe.

Parêzerê Guvenê Serdar Çelebî, vê sibê ji bo hevdîtinê çû Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. 

Lê belê ji ber rewşa giran a tendirûstiya xwe Guven nekarî tevlî hevdîtinê bibe.