Guven: Di van şert û mercan de 'pêvajoya çareseriyê' nabe

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven diyar kir ku AKP li hemberî berxwedana gel têk çûye û got, gelên Kurdistanê wê ti carî li ber polîtîkayên AKP'ê serî netewîne. Guven diyar kir, kilîda aştiyê li Îmraliyê ye.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven armanca serlêdana şandeya wan a li Wanê û mijarên di rojevê de ne ji ANF’ê re nirxand.

'AKP LI HEMBERÎ BERXWEDANA GELAN TÊK ÇÛ'

Guven da zanîn, li Kurdistanê demekî dirêje şerekî dijwar diqewime û wiha axivî: "Li Kurdistanê piştî îlana 'Xwerêveberiyê' li bajaran şerekî dijwar qewimî û ji AKP'ê hebû, ku di demeke nêz de we karibe ciwanên berxwedêr ên gelên Kurdistanê dîl bigire. AKP ya ku negiha miradên xwe, li hemberî xwe berxwedaneke bê hempa ya gelan dît. Di vî şerê Xwerêveberiyê de derûniya AKP'ê têk çû û li herêmê dest bi şerekî kûr û qirêj kir. AKP’ê li Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Geverê têk çû û ji vê hêrsa tûkçûnê dest bi pêla girtin û binçavkirina siyasetmedarên Kurd kir. Li aliyê din qeyûm tayînî şaredariyên Kurdan kir û niha jî dixwaze bi rêbazên xerakirin û wêrankirinê û guhertina demografiya Kurdistanê bi ser bikeve."

'EV GEL SERÎ NATEWÎNE'

Guven destnîşan kir, ku ligel hemû polîtîkayên qirkirinê jî rêxistinên Kurdan xebatên xwe domand û wiha pê de çû: "Ev şerê li dijî gelê Kurd, ne yê niha ye. Di sala 2009’an de jî bi heman polîtîkayên tinekirinê êrîşî gelên Kurdistanê kirin û hemû siyasetmedarên Kurd xistin girtîgehan. Di salên 90'î de gelê Kurd û siyasetmedarên Kurd serî netewandin û wê ji niha û pê ve jî serî netewînin. Ev polîtîka hemû li ser gelê Kurd hatiye ceribandin û AKP jî her tim xwe dubare dike. Ji bo rastiya AKP û nirxandina pêvajoyê me li Kurdistanê dest bi serdanên saziyên sivîl kirin. Di nava civakê de rista saziyên sivîl gelek girîng e û em weke KCD girîngiyek mezin didin saziyên sivîl. Em jî weke sêwana tevahiya saziyan me xwest li wan guhdarî bikin û li ser pêvajoyê hev agahdar bikin. Me ev xebata xwe ji Amedê dest pê kir û niha jî em li Wanê ne. Her wiha wê ev ziyaretên me ji bo 25 bajaran bidome û em ê van ziyaretan zêdetir bikin."

'KILÎDA AŞTIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE'

Guven bal kişand ser axaftinên li ser pêvajoyeke nû ya çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha dom kir: "Di rojên dawî de AKP tevî hin nivîskarên li dora guman xistine nava civakê. Ango 'wê pêvajoyek nû ya çareseriyê bê destpêkirin'. AKP dixwaze bi van kiryarên xwe gelên Kurdistanê têxe nava bendewariyekê. Bi vê bendewariyê dixwaze aliyên berxwedêr rawestîne. Bila raya giştî û gelê me baş bizane ti hevdîtin tine ye, ne ligel rêzdar Ocalan ne jî ligel aliyên siyasî ti hevdîtin tine ye. Tecrîdek girankirî li ser rêzdar Ocalan tê meşandin. Eger AKP bixwaze dest bi pêvajoyê bike, kilîda aştiyê li Îmraliyê ye û bila dawiyê li tecrîdê bîne. Ji xwe bi vê hişmendiya AKP’ê ya şerxwaz ti pêvajo nayê destpêkirin. Ti projeyên AKP’ê yên ji bo pirsgirêka Kurd bê çareserkirin tine ye, tenê plana AKP’ê weke di civîna 2014’an a civîna MGK’ê de girtiye plana çûk danînê ye. Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû li xwe mikûr hatibûn û gotibûn, em ê qira Kurdan bînin û wê ti kes nekare navê PKK’ê bîne ser ziman. Li dijî van gotinan, bi taybet ciwanên Kurd li qadên Newrozê qîriyan û gotin, 'PKK gel e, gel jî li vir e'. Bi ruhê berxwedan û yekgirtinê ev planên qirêj ên AKP'ê têk birin."

'DIVÊ NÊRÎNA GEL JÎ BÊ GIRTIN'

Guven li ser biryara referandûma Herêma Federal a Kurdistanê jî axivî û wiha got: "Di vê serdemê de pêdiviya gelê Kurd bi tifaq û yekitiyê heye. Niha Başûr serxwebûna xwe dixwaze, ev mafek herî rewa yê gelên herêmê ye. Li ser vê biryarê nêrîn û daxwaza tevahiya partiyên Başûr nehatine girtin. Dîsa daxwazên gel di vê biryarê de nîne, ev biryar bi daxwaza partî yan jî rêxistinekê pêk nayê. Lê ez dubare dibêjim mafê Başûr e ku serxwebûna xwe îlan bike û xweser bijî. Lê divê nêrîna gel û hemû partiyênên herêmê were girtin."