Guven: Em ji niha ve bi ser ketine

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Newroza Amedê axivî û got, "Em ê Newroza xwe bigihînin 16'ê Nîsanê. Em ji niha ve bi ser ketine.

Piştî axaftina destpêkê, ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ve hat kriin, Koma Dengbêjên Botanê derket ser dikê. Di heman demê de ji ekranê mezin ê li pêşiya dikê, pîrozbahiyên Newrozê yên li Efrîn û Qendîlê bi rengekî zindî hat nîşandan.

Piştî ku bixêrhatina mêvanan hat kirin, Koroya Jinên Amedê ya NÇM'ê derket ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven dûre mafê axaftinê girt, bi berxwedana Sûrê silav da gel û Newroz pîroz kir. Guven di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan, Ronahî û Bêrîvan de hemû şehîdên Newrozê bi rêzdarî bibîr anî.

'GELÊ KURD WÊ TEQEZ BI SER BIKEVE'

Guven diyar kir, gelê Kurd ji bo pîrozkirina Newrozê berdêlên gelekî giran daye û got, "Kurdan ti carî serî li ber zaliman netewand. Yên mîna Mehmet Tûnç, Sêvê, Asiye, Pakîze û Fatma her tim ji bo gelê xwe amade bûn û ev meşale gihîştin roja îro, radestî me kirin. Em minetdarê şehîdên xwe ne. Girtiyên azadiyê îro Newrozê li girtîgehan pêşwazî dikin. Di şexsê Sebahat Tûncel, Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaşd e em Newrozê li hemû girtiyan pîroz dikin. Em Newrozê li Serok Apo pîroz dikin, ku ev 18 sal in bi tena serê xwe li Îmraliyê di nava tecrîdê de li ber xwe dide. Em di pêvajoyeke girîng de ne. Gelê Kurd wê teqez bi ser bikeve."

BANG LI BARZANÎ HAT KIRIN: DEST JI TIFAQA XWE YA BI AKP'Ê RE BERDE

Guven bal kişand ser tifaqa AKP-MHP'ê ya dij bi Kurd û got, "Hûn nikarin gelê Kurd biqedînin. Vê rastiyê ji bîr nekin. Em tifaqa AKP-MHP'ê fêhm dikin. Lê belê tifaqa AKP û PDK'ê qet qebûl nakin. Ji xwe AKP dixwaze Kurdan bi destê Kurdan bikuje. Ji vê derê em bang li Birêz Barzanî dikin. Dest ji vê tifaqê berde. Bi kêrî Kurdan nayê. Dest ji vê rewşa cihê şermê ya li Şengalê rû da, berdin. Ji wan dayikan fedî bikin."

Guven bang li lîderên Kurd ên li çar parçeyan kir: "Werin em tifaqê çêbikin. Gelo em ê heta kengî bi koledarî bijîn?" Guven destnîşan kir, Kurd ji niha ve bi ser ketine.

'AN SERKETIN AN SERKETIN'

Hevseroka KCD'ê di dawiya axaftina xwe de got, "Em ê Newrozê bigihînin 16'ê Nîsanê. em ê AKP a ku bûye belayê serê gelan bi temamî biqewirînin. Em silav û rêzên xwe pêşkêşî gelê xwe yê qadên Newrozê dagirtîne, dikin. Em ê teqez bi ser bikevin. An serketin an serketin."