Guven dengê çalakiya li ber girtîgehê bihîst

Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji aliyê rejîma Tirk ve dîl hatiye girtin, 65 roj in di greva birçîbûnê de ye. Hate ragihandin, Guven dengê çalakiya ku li ber girtîgehê ji bo piştgiriya wê hate lidarxistin bihîstiye.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe, 65 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ye. Greva birçîbûnê ya Guven di asta krîtîk de ye û rewşa wê ya tenduristiyê nebaş dibe.

Keça Guven Sabîha Temîzkan li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi rêya telefonê bi dayika xwe re axivî û diyar kir, dayika wê bi alîkariya personelên girtîgehê karîbû bê gel telefonê.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê keça wê ve hatin ragihandin, hejmara roja Înê ya rojnameya Yenî Yaşamê ku nûçeyên derbarê Guven de lê hene, jê re nehatiye dayin.

Guven anî ziman, wê dengê çalakiya ku roja Pêncşemê li ber girtîgehê hate lidarxistin, bihîstiye.

Komeke qelebalix ku wekîlên HDP'ê jî di nav de bûn, roja Pêncşemê xwestin li ber girtîgehê bimeşin lê belê polîsan êrîşî wan kiribûn. HDP'yî tevî astengiyan jî xwe gihandibûn ber girtîgehê û daxuyaniyek dabûn çapemeniyê. Lê polîsan bi tundî dest li wan werdabûn.