Guven: Daxwazên me mafdar û rewa ne

Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 44 roj in di greva birçîbûnê de ye got, "Berxwedana min wê dewam bike. Pê bawerim ku ez ê encamekê bi dest bixim. Ji ber ku daxwazên min û hevalên min mafdar û rewa ne."

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji 8'ê Mijdarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.

Keça Guven Sabîha Temîzkan bi rêya hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku bi rêya telefonê bi diya xwe re axiviye. Temîzkan got, "Di roja 44'an a greva birçîbûnê de bi rêya telefonê em bi hev re axivîn. Gelekî li xwe kêm kiriye. Deng û moralê wê baş e. Dibêje 'Ez ê berxwedana xwe bidomînin. Pê bawerim ku ez ê encamekê bi dest bixim. Ji ber ku daxwazên min û hevalên min mafdar û rewa ne'. Silav li her kesî kir."