Gundiyên Xerabê Bava: Dorpêçî û êrîş dewam dikin

Gundiyên Xerabê Bava, ku ji 11'ê Sibatê û vir ve hêzên dewletê dor li wan girtine dan xuyakirin ku êrîşa hêzên dewletê hê jî dewam dikin.

Gundiyan rewşa dawî ragihandin û dan zanîn, dorpêçî û 'qedexeya derketina derve' dewam dike û gotin, pirsgirêka av û xwarinê li gund der bûye.

'ZAROKÊN ME TIMÎ DIGIRÎN, DAWÎ LI VÊ HOVÎTIYÊ BÎNIN'

Gundiyên ji ajansa me re axivîn, ku nexwestin navê xwe eşkere bikin, dan xuyakirin, ku ew hê jî nikarin ji xanî derkevin. Gundiyan diyar kirin, hovîtiya bi rojane tê kirin, zerareke mezin dide zarokan û xwestin, dawî li vê hovîtiyê were anîn.

Gundiyan gotin, "Em baş nizanim bê li gund niha çi diqewime. Înfaz, îşkence, birîndarkirin, binçavkirin hene, lê em jî bi agahiyên berfireh nizanin. Li vê derê hovîtiyeke mezin heye û êrîş tê kirin. Bila ev hovîtî derhal ji holê rabe."

PIRSGIRÊKA AV Û BIRÇÎBÛNÊ

Gundiyan dan zanîn, ji danê vê sibehê ve êdî pirsgirêka av û xwarinê li gund rû daye û anî ziman, ew bi rojan e nikarin ji xaniyên xwe derkevin, heywanên wan telef bûne û nikarin biçin nava bexçe û zeviyên xwe. Gundiyan ragihandin, erzaqa li malê jî kêm ma ye biqede û pirsgirêkeke cidî ya av û xwarinê rû daye.

'ŞER NÎNE'

Gundiyan diyar kirin, dengê şer ji gund nayê, lê leşker û tîmên taybet hê jî li nava gundin. Gundiyan destnîşan kirin, ku ew dixwazin hêzên dewletê ji nava gund derkevin û ew ê ti carî vî tiştê li wan hatiye kirin, ji bîr nekin.