Piştî çalakiya bi rokêtavêjê ya li ser Midûrîyeta Emniyetê ya Gevaş a Wanê 3 kes hatin binçavkirin. Walitiyê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, kesên ku hatine binçavkirin çalakî pêk anîne. Lê diyar bû ku her sê 3 gundî ne û kumik didane hev..
Kesên ku hatine binçavkirin û dewletê wêneyên wan ên êşkencekirî par e kirî û medyaya şerê taybet gotî ‘’ji xafil ve hatin girtin’ diyar bû ku gundiyên bi navê Cemal Aslan, Selam Aslan in û yekî dî ye ku navê wî diyar nebûye.
Ji van gundiyan 2 kes jê temenê wan di ser 50 salî re ye. Nayê zanîn bê ka ev kes li kû têne girtin.
Parêzeran diyar kirin ku ew Emniyetê agahî nedaye wa.
Di wêneyan de ku tê diyarkirin ji hêla polîsan ve hatiye girtin, diyar e ku êşkence li gundiyan hatiye kirin.