Gundiyan komira AKP'ê ya hilbijartinê avêtin

Gundiyên Hizûwê yê Êlihê, komira ku AKP beriya her hilbijartinê weke bertîlê belav dike avêtin derve û gotin, "Dengê me ne yê firotinê ye."

AKP mîna beriya her hilbijartinê, dest bi belavkirina komira belaş kir ji bo dengan ji gel bistîne. Li gundê Hizûwê yê navçeya Heskîfê ya Êlihê, gundiyan komira AKP'ê ya ji bo hilbijartinê avêtin ber rê.

Gundiyan gotin, wê êdî bi van lîstikên AKP'ê yên komirê nexapin.

Gundiyekî ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku desthilatdariya AKP'ê gel birçî hiştiye û got, "Ev rewş herî zêde bandorê li me gundiyan dike. Em êdî naxwazin wan siyasetmedaran bibînin ku beriya her hilbijartinê tên gundê me. Ji aliyê aborî û siyasî ve welat ketiye rewşeke gelekî nebaş. Baweriya me nemaye, rewş gelekî metirsîdar e. Ji bo me ewlekarî û aramî divê, ne komir."

'DENGÊ ME NE YÊ FIROTINÊ YE'

Gundiyekî din jî bi bîr xist ku dewleta Tirk ji bo Kurdan ber bi aliyê xwe ve bikişîne, her wextê bi polîtîkayên cuda tevdigere û got, "Ez hatim vî emrî, min gelek desthilatdarî dît. Hemûyan gelek soz dan û hewl dan dengê Kurdan bidizin. Lê belê yê ku herî zêde bi rengekî bê exlaq polîtîkayê dike ev desthilatdarî ye.

Em zanin bê komirê ji ber çi belav dikin. Ji bo deng ji me bigirin vê dikin. Lê em ê dengê xwe nedin komira wan. Ya ku AKP'ê li Kurdan kir, kesî li kesî nekir. Gelo em ê çawa deng bidin van? Çiqasî ji wan tê bila bikin, bila komirê belav bikin. Em komira wan naxwazin. Dengê me ne yê firotinê ye."