Gundên Safsafahê ji DAIŞ'ê hatin paqijkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gundên Safsafah ên bakur û başûr, ku weke deriyê Tebqayê tên dîtin, ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gundên Safsafah ên bakur û başûr, ku weke deriyê Tebqayê tên dîtin, ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Gundên Safsafah ên başûr û bakur, ku li aliyê rojhilat ê Tebqayê ne, ji aliyê şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê ve hatin rizgarkirin.
Gundên Safsafahê, ji bo rizgarkirina navenda bajarê Tebqayê cihekî stratejîk e. Li van her du gundan, di nava şerê du rojên dawî de bi dehan çete hatin kuştin û di encamê de gund hatin rizgarkirin. Şervanan berê xwe dane navenda bajarê Tebqayê.