Piştî ku li gundê Wastê yê Elbak a Wanê dengên ‘NA’ di referandûmê de zêde derketibûn, serekê êlê Iskender Ertûş û qorîciyê gund Selîm Bozkurt bi hevkarî gundî bi zorê ji gund derxistin. Li gorî agahiyan 1’ê Hezîranê qorîcî Selîm Bozkurt bi çekê li malên gundiyan reşandiye û gotiye, ‘’ez ê we ji vir bikm’’ û hema hema hemû gund vala bûye.
Gundiyekî ku nexwest navê xw bide wiha got: ‘’Ev bi salen e em bi malbata xwe ya mezin li gund dijîn. Beriya niha jî ji ber zextan min qorîcîtî kir. Lê ti caran bi mebesta êrîşê min çek bi kar neanî. Qorîciyê gund û her wiha zilamê Iskender Ertûş Selîm Bozkurt tim bi çekê zilm li gundiyan kir.’’
‘JI BO KU ME GOT NA GEF LI ME XWARIN’
Gundî bang li raya giştî kir û got: ‘’Selîm Bozkurt herî dawî Pêrşema bihurî bi çeka xwe gef li gundiyan xwar û piştre hema kîjan mal kete ber lê reşand û gef li me xwar. Ji bo ku ewlehiya me ya jiyanê nebû, me fitara xwe hişt, derî dada û em derketin. Me ji gund bar kir. Lê niha hem ji hêla madî û hem ji hêla manewî ve em tengav bûne. Henceta wan ev bû: ‘’Hûn terorîst in’’
Ji bo ku me mafê xwe yên demokratîk di referandûmê de bi kar anî û me got ‘na’ vê bi me dikin. Niha li gund ji bilî Selîm Bozkurt tenê du gundiyên astengbûyî hene. Maleke min a du qetî hebû. Me tiştek bi xwe re nebir û derî girt. Gund 200 malî ye. Duh nêzî 60 malbatî gund vala kirin. Ewlehiya me jiyanê nîn e, em li bendê ne ku raya giştî li me xwedî derbikeve.’’