Gundê Hedaj ê Reqayê ji çeteyan hate paqijkirin
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, piştî şerekî dijwar ê du rojan, gundê Hedajê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, piştî şerekî dijwar ê du rojan, gundê Hedajê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Li gundê Hedaj ê li rojavayê Reqayê û li gundê Caber a Rojhilat ku li qiraxa çemê Firatê ye, ev du roj in şerekî dijwar û bênavber diqewimin. Di vî şerî de derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê hatin xistin.
GUNDÊ HEDAJÊ HATE RIZGARKIRIN
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, şervanên Odeya Çalakiyê tevî şert û mercên nebaş ên hewayê jî her bi pêş ve diçin. Danê vê sibehê saet di 08:30 de gundê Hedajê rizgar kirin. Li vî gundî xebatên lêgerîn û paqijkirinê tên meşandin.
Wekî din, li gundê Caber a Rojhilat ku ev du roj in şer diqewime, êrîş bi giranî hatin şikandin û şer kêm caran diqewime.
38 ÇETE HATIN KUŞTIN
Li her du gundan di şer de herî kêm 38 çete hatin kuştin. 6 panzerên çeteyan ku yek jê bi bombeyan barkirî bû, wesayîteke bombebarkirî, wesayîteke doçka li ser, wesayîteke zirxî, hawanek û doçkayek ên çeteyan hatin rûxandin.