Gundê Çewîsê ji çeteyan hat rizgarkirin
Gava duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê di roja 4. de ye. Şervanên ku ji 3 baskan ve bi pêş ve diçin, heta niha 5 gund ji çeteyan paqij kirin. Her wiha gelek gundiyên asê man rizgar kirin û birin herêmên ewle.
Gava duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê di roja 4. de ye. Şervanên ku ji 3 baskan ve bi pêş ve diçin, heta niha 5 gund ji çeteyan paqij kirin. Her wiha gelek gundiyên asê man rizgar kirin û birin herêmên ewle.
Baskê 3. ê pêngavê, ku ji aliyê Mekmenê ve bi rê ket, bi 12 kîlometryan bi pêş ve çûn û gundê Çewîsê rizgar kirin. Şervanan gundiyên di nava lepên çeteyan de ma bûn û ji aliyê çeteyan ve weke mertal dihatin bikaranîn, rizgar kirin. Piştî ku gund ji mayînan hat paqijkirin, gundî li malên xwe vegeriyan.
Gundiyên ku hê tirsa çeteyan ji nava dilê xwe navêtine, ji aliyekî ve kêfxweş in ji ber ku hêzên QSD'ê hatine, lê li aliyê din ditirsin ku çeteyên DAIŞ'ê zerarê bidin malbatên wan ên li Reqayê ne. Ji ber vê yekê jî xwe ji kamerayan vedigirin û naxwazin baxivin.
'JIYANA ME WÊ BI XÊRA QSD'Ê BAŞTIR BIBE'
Gundiyekî extiyar ê ji Çewîsê got, "Çeteyan gelekî êş bi me dan kişandin. Jiyana me berê gelekî xweş bû. Ez dikarîbûm biçim her cihî û bihatima. Kesên di nava DAIŞ'ê de cih digirin, îradeya wan nîne. Ez bang li wan dikim; bila bên. dema min hêzên QSD'ê dît, ez gelekî kêfxweş bûm. Yekane hêviya min ew e, ku hêzên QSD'ê jiyana m eya berê bide me û ez dizanim wê bi xêra QSD'ê jiyana me ji ya berê baştir be."
Jinek ji heman gundî anî ziman, ev çend roj bûn ew li malê timî digiriya, ji tirsa nikarîbû derketibûya derve û diyar kir, bi hatina şervanên QSD'ê re ew rizgar bûne.
'ME SOZ DANE GELÊ XWE, EM Ê HER CIHÎ JI DAIŞ'Ê PAQIJ BIKIN'
Şervanê QSD'ê Emer Hesekê ku tevlî pêngava rizgarkirinê bûye, da xuyakirin, ku DAIŞ li ku be, ew di hedefa wan de ye. Hesekê da zanîn, ku wan gundê Çewîsê rizgar kirine û got, "Weke hêzên QSD'ê em bi sivîlan re ne. Em niha bi wan re li gund in. Em bi hev re dijîn û em bi wan re yek in. Jiyana me, her tiştên me weke hev in. Em gelekî kêfxweş in, ku gelê me li gund vegeriya ye. Kî banga alîkariyê li me bike, em ê bi hawara wan ve biçin. Û em soz didin gelê xwe, em ê her tim li her cihî wan biparêzin."
Şervanê bi navê Sîpan jî anî ziman, ku çeteyan dor li gundê Çewîsê girtin, nehiştin gundî derkevin derve û destnîşan kir, ku ji bo zerar li gundiyan nebe, wan gelekî hewl dan. Sîpan got, "Me gundî ji gund derxistin. Niha jî em wan vedigerînin gundê wan. Ji bo êm bidin heywanên xwe û pêdiviyên xwe tedarik bikin. Gel bi hatina me gelekî kêfxweş bû. Çeteyan ew weke mertal ji bo xwe bi kar danî. Bêyî ku zerar bigihêje kesî, me gund ji çeteyan paqij kirin. Em soz didin gelê xwe, li ku dibe bila bibe, em ê li hemberî zilma li gelê me tê kirin, bêdeng nemînin."
Şervanan rizgarkirina gund û vegera gundiyan bi gerandina govendê pîroz kirin.