Gund û zozanên êrişa dagirkeriyê lê heye, hatin qedexekirin

Li Geverê, di êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk de ketin û derketina 2 gund û zozanan hate qedexekirin.

GUND Û ZOZAN HATIN QEDEXEKIRIN

Li herêma Çiyayê Sipêrêzê ku gundên Tilorana Jêr û Tilorana Jor ên navçeya Gever a Colemêrgê li wê herêmê ne, operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hat zanîn ku gelek leşker û cerdevan tev li operasyonê bûne. Bi destpêkirina operasyonê re li ser pira di navbera zozanên Horê, Berê Sor û Coniyê bi wesayîtên zirxî noqteya leşkerî hate danîn. Hat zanîn ku gelek makîneyên kar li herêma operasyonê hatine sewqkirin. Her wiha hat zanîn ku gundên navborî hatine dorpêçkirin û ketin û derketinên gundan hatine girtin.

Hat ragihandin ku li qadên çiyayên Sipêrêz û Omerê liv û tevgera Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) heye.

Di heman demê de hat zanîn ku welatiyên dixwestin pezê xwe bibin zozanan jî hatin astengkirin.