Gulpî: Bi yekîtiya neteweyî em dikarin pêşî li komployê bigirin
Endamê Komîteya 'Azadî ji Ocalan re' Faîq Gulpî diyar kir, hesabên hêzên komploker ku dixwestin bi girtina Ocalan re PKK'ê tesfiye bikin, bi cih nehatine. Gulpî destnîşan kir, PKK ji berê mezintir û xurtir bûye.
RÊBAZ HESEN
SILÊMANÎ / ANF
pêncşem, 9 reşemiyê 2017, 11:28
Endamê Komîteya 'Azadî ji Ocalan re' ya Başûrê Kurdistanê Faîq Gulpî, ji ber salvegera komploya 15'ê Sibatê ji ANF'ê re axivî û destnîşan kir, ku ji bo ji her alî ve pêşî li komployê were girtin, girîng yekîtiya neteweyî ya Kurdan pêk were.
Gulpî di destpêka axaftina xwe de, komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî, ku beriya niha bi 18 salan li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, şermezar kir û got, "Gelê Kurd, Rêber Apo weke Rêberê xwe dibîne. Hewldanên dewleta Tirk ên ji bo tinekirina Rêberê Gelê Kurd ji aliyê siyasî ve, bi ser neketin.
Ocalan yek ji mezintirîn fîlozof û rêberê siyasî yê Kurdan e. Ji dijminên Kurdan hebû ku bi dîlgirtina wî re ew ê jî teslîm bibe, têkoşînê biqede û mîna demên bihurî wê şoreş ji aliyê siyasî û leşkerî ve biqede. Ji ber ku di demên berê de, bi tesfiyekirina pêşengên berxwedana Kurdan re, têkoşîn jî tesfiye bûbûn. Lê belê têkoşîna şoreşa Kurdan a vê carê ne mîna yên beriya xwe bû. Ocalan jî mîna Kurdên berê nîne."
'OCALAN BERÎ BÊ GIRTIN BI RAMANÊN XWE BI HEZARAN KES PERWERDE KIR'
Gulpî da xuyakirin, ku Tevgera Apoyî ne tenê tevgere siyasî û leşkerî yan jî tevgereke malbatî ye û wiha dewam kir: "Tevgereke ku raman û felsefeyeke xwe heye. Ramanên Ocalan xwedî bingeheke xurt e. Bandorê li civakê dike."
Gulpî destnîşan kir, ku aliyê herî cuda yê Ocalan ew e, kadro û gel bi felsefeya xwe perwerde kiriye û got, "Nêrînên wî vediguhere rastiyeke ruhî û ramanî. Ocalan berî were girtin, bi ramanên xwe bi hezaran Ocalan perwerde kir. Her kesî dît ku Ocalan amade ye li çiyê, li bajaran, li Ewropayê têbikoşe. Eger li dijî girtina wî bi sedan kesî xwe şewitandin, ev yek xwe dispêre vê rastiyê. Heta mirinê dilsoziya pê re heye."
YEK JI TAYBETMENDIYÊN OCALAN Û PKK'Ê; HEWLDANA JI BO PÊKANÎNA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YE
Gulpî bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan û destnîşan kir, ku yek ji taybetmendiyên sereke yên Ocalan û PKK'ê hewldanên wan ên ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî ye û got, "Pirsgirêka Kurd a li hemû parçeyên Kurdistanê ji aliyê cewherî ve pirsgirêkek bi tenê ye. Têkoşîna gelekî ya ji bo mafên xwe ye. Gelê Kurd jî dixwaze yekîtiya neteweyî pêk were. Dixwaze siyaseta parçetiyê û partîzaniyê bê terikandin. Mirovekî ji derve dema li pirsgirêka Kurd dinêre, tenê li parçeyekî nanêre. Eger Kurd bibin yek, wê xurt bibin. Ev hemû xusûsên girîng in. Tevî vê yekê, dijminên Kurdan ji bo tesfiyekirinê timî tifaqan dikin. Lazim e ev tifaqên dijminan werin dîtin û ji bo pêşîgirtina li van plan û tifaqan, yekîtî divê. Lewma yekîtî ji bo serketina têkoşîna Kurdan, nebe nabe. Lê mixabin hê li hemû parçeyan helwesteke ku karibe yekîtiya neteweyî pêk bîne, derneketiye holê."
ÇALAKIYÊN JI BO AZADIYA OCALAN
Faîq Gulpî, der barê çalakiyên Komîteya 'Azadî ji Ocalan re' yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Ji bo azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşîn her sal mezintir dibe. Hem li Kurdistanê, hem li herêmê, hem jî li cîhanê rewş bi vî rengî ye. Weke Komîteya 'Azadî ji Ocalan re', me plansaziyek amade kir. Çalakiyên me yên weke meş, semîner û hwd. wê hebin. Her wiha li qada navneteweyî jî em ê çalakiyan lidar bixin. Em ê ji dewleta Tirk, ji rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û ji hêzên global bixwazin ku di vî warî de gavan bavêjin."
HÊZÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JI BO AZADIYA OCALAN DIKARIN ÇI BIKIN?
Ji bo pirsa; "Hêzên Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan dikarin çi bikin?" Gulpî ev bersiv da:
"Hêzên Başûrê Kurdistanê dikarin du tiştan bikin. Ya yekemîn; xwedî sekneke uk mafên gelê Kurd diparêzin be. Ya dueymîn jî têkiliya hin hêzên li herêmê bi hêzên navneteweyî re hene. Di vî warî de dikarin bikevin nava hewldanan. Li gelek welatan konsolosxaneyên xwe hene, konsolosxaneyên gelek welatan li Başûrê Kurdistanê hene. Bi rêya van dikarin bikevin nava hewldanan.
Lê belê hin hêz di vî warî de qet xwe nalivînin, hewldanên hin hêzan jî hertimî nîne. Weke Komîteya 'Azadî ji Ocalan re' ji bo di vî warî de gavan bidin avêtin, em hewl didin hê bêhtir bandorê li aliyan bikin. Hem ji bo azadiya Ocalan, hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi perspektîfa neteweyî û rêyên demokratîk, em ê têbikoşin."