Gulmez a DBP’yî careke din hate girtin!

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez ji ber îddîayeke di dosyeya doza wê de ya ku berê ji ber wê hatibû girtin, dîsa hate girtin.

Hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajarê Amedê Seval Gulmez di 31’ê Çileyê de hatibû destgîrkirin û ji ber testa wê pozîtîf derket hatibû berdan. Gulmez îro dîsa hat destgîrkirin û ew birin Dadgeha Amedê.

Gulmez a ku di Nîsana 2021’an de bi îdiaya “endama rêxistinê ye” hatibû girtin û pişt re hat berdan lê îro dîsa bi heman îdiayê hat girtin. Dozger bi daxwaza girtinê Gulmez sewqî 4’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Amedê kir. Dadgehê 21 çalakî, çûyîna taziyeyan, roportaj û çar pirtûkên li mala wê kir hinceta girtinê û biryara girtina wê da.

Gulmez îddîa û sûcên li ser xwe red kir û xwest were berdan. Tevî vê yekê jî dadgerê ew da girtin û ew şand Girtîgeha Amedê.