Greva Mexmûrê bi serdanên girseyî di roja 3’an de didome

Çalakiya greva birçîbûnê ya di bin sêwan Meclîsa Gel û Meclîsa Îştarê de bi 15 kesan a bê dawî bi dorveger ya li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Mexmûrê hatibû destpê kirin di roja 3’an de didome.

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîd û piştgirîkirina Hevseroka KCD’ê û Parlemetera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li Saziya Malbatên Şehîdan hatibû destpêkirin di roja xwe ya 3’an de bi serdanên girseyî yên heyet û saziyên wargehê dom dike.

Li qada çalakiyê dirûşmên ‘Bila NY, Iraq û hikûmeta Herêma Kurdistan li erkên xwe xwedî der bikevin’ û ‘Sonda me ye em ê pergala Îmraliyê bişkînin, bi Rêbertiya xwe re azad bijîn’ hatibûn daliqandin.

BI GIRSEYÎ TÊN ZIYARETKIRIN

Greva birçîbûnê ya li Saziya Malbatên Şehîdan dom dike bi tevahiya rojê ji gelek sazî û rêxistin wargehê serdan çalakvanan kirin. Her wiha bi stranên şoreşgerî û azadiyê coşa qadê her diçe zêde dibû. Gel kom bi kom serdana çalakvanan dikin û hêzê didin çalakvanan.

TÊKOŞÎN WÊ BIDOME

Yek ji serdanên danê êvarî mamostayên wargehê bûn. Mamoste ber bi êvarî piştî waneyan bi girseyî berê xwe dan cihê çalakiyê. Li ser navê mamosteyan Mamoste Zubeyr Ripinî axivî û çalakiya çalakvanan silav kir û bal kişand ser berxwedan û têkoşîna gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê. Ripinî anî ziman berxwedana gelê Mexmûrê jî parçeyek ji têkoşîna Kurdistanê ye. Mamoste got heta azadî û şikandina tecrîdê wê têkoşîna wan a li dijî faşîzm û cehaleta ku dijmin li ser Kurdan dide ferzkirin bidomîne.

YEKÎTÎ NEBE, ÇARESERÎ NABE

Di axaftinên li ser navê çalakvanan jî hate kirin banga tevlîbûna çalakiyan li her qadê hate kirin û anî ziman wê çalakiyên xwe heta gihiştina armancên xwe bidomîne. Dîsa hate gotin ku yekîtiya netewî dikare çareseriyê bike, nexwe ti rêyeke din a ji bo gelê Kurd nîne.

COŞ Û MORAL DI ASTA HERÎ JOR DE YE

Ji bo coş bide çalakvanan Mamsote Cemîl Kara stranên şoreşgerî û lehengiyê got. Di dema helbestan de coşa gel û çalakvanan gihişte asta herî jor. Xala balkêş ew e bû ku ne ji moral û ne jî biryardariya çalakvanan tiştek kêm nedibû.”