Greva Mexmûrê bi koma 10’an dewam dike

Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja 28’an de bi koma 10’an dewam dike.

Greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a li Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Saziya Malbatên Şehîdan dabû destpêkirin, di roja 28’an de dewam dike. Koma 10’ê bi merasîmekê grev ji koma 9’an dewir girt.

Li ser navê koma 9’ê Hevseroka Rêveber a Meclîsa Gel Filîz Budak axivî û diyar kir ku li dijî her cûre zilm û zordariyê ala berxwedanê ji destê gelê Kurd nehatiye xwar, her tim pêş ve diçe.

Piştî axaftinan Bûdak koma 9’an çalakî dewrî koma 10’ê kirin.