Greva HDP’yiyan li avahiya HDP’ê didome

HDP’yiyên 3’yê Adarê li dijî tecrîdê dest bi grevê kiribûn û bi fermana Soylû hatibûn destgîrkirin, çalakiya xwe ji nû ve li avahiya partiya xwe didomînin.

Wekîla HDP’ê ya Amedê Dersim Dag, endamên partiyê Sevînç Yaşar, Salih Cansever, Îsmet Yildiz, Salih Tekîn û Bîlal Ozgezer ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 3’yê Adarê li avahiya partiya xwe ya li bajar dest bi greva birçîbûnê kiribû. Bi destpêkirina çalakiyê re li ser fermana Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû avêtibûn ser avahiyê endamên HDP’yî hatibûn destgîrkirin û pişt 4 rojan û şûnde hatibûn berdan. HDP’yiyên hatin berdan û şûnde derbasî avahiya bajar bûn û çalakiya xwe li vir didomîne.

Serdana Wekîla HDP’yî Dersim Dag a ji 3’yê Adarê ve di grevê de ye dewam dike. Rêxistina HDP’ê ya Rezan û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê Serdana Dersim Dag kirin. Jinên li gel Dag sobhet kirin, bi tilîliyan ji avahiyê derketin.