Greva birçîbûnê ya Mexmûrê koma 3’emîn dewr girt

Çalakiya greva birçîbûnê ya 16’ê Kanûnê li Wargeha Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan hatibû destpêkirin bi dewrgirtina koma 3’emîn dewam dike.

Ji bo bidawîkirina tecrîda girankiriya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdi ya Mexmûrê bi koma 3’emîn dewam dike.

Li ser navê koman axaftin hatin kirin. Di koma sêyemîn de jî 8 jin 11 mêr bi giştî 19 çalakvanan cih girtin. Li ser navê her du koman Murad Seven axivî.

Seven diyra kir ku ew ê li her deverê çalakî despêkirine. Seven bibîr xist ku heta dawîkirina tecrîdê wê di nava çalakiyan de bin û got: “Tecrideke gelek giran ser Rêberê me heye, ji bo wê jî divê em li Rêberê xwe xwedî derkevin. Heta serkeftinê wê çalakiyên me berdewam bikin.”

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bi can bixweîn em bi terenin Ey Serok’ û ‘Serok roja me em agirê dora wî’ hate dewir girtin.

Çalakî bi serdanên semtan, dibistanan û saziyan berdewam dike.