Greva birçîbûnê ya Mexmûrê bi koma 6'emîn dewam dike

Çalakiya greva birçîbûnê ya 16'ê Kanûnê li Wargeha Mexmûrê ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê û piştgirîdayîna ji bo Hevseroka KCD û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven dest pê kir, bi koma 6'emîn didome.

Greva birçîbûnê ya bê dawî û dorveger a ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê di roja 16'an bi koma 6'an didome.

Beriya koma nû çalakiyê dewr bigire, ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser navê koma 5'an berdevka komê Hazal Ûçar axivî û got; "Di serî de em silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên zindanan û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven re dişînin. Em tecrîdkirina Ocalan şermezar dikin û çalakiya Leyla Guven silav dikin. Çalakiyên me ji bo xwedîderketina Rêber Apo ye û yê îro roja me ronî kirî Rêber Apo ye. Bi çalakiya greva birçîbûnê re em piştgiriya xwe ya ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven û çalakiya li Strasboûrgê didin diyarkirin. Em ji hemû çalakgeran re serketinê dixwazin."

Piştre li ser navê komîteya amadekar a çalakiya greva birçîbûnê ya li Mexmûrê Hadî Pusat axivî û got; "Em ji vir silavên xwe ji greva Îmrali re dişînin. Em silavên xwe ji bo Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrg, Silêmanî û Hewlêrê dişînin. Em sala nû li Rêber Apo û girtiyên azadiyê pîroz dikin. Em ji bo hemû çalakgeran serketinê dixwazin."

Di koma 6'emîn de 7 jê ciwan û 12 jin bi giştî 19 çalakger hene.