Greva birçîbûnê ya li Wanê: Ev hîn destpêk e!

Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Ocalan dest pê kir, li gelek bajaran deng veda. Welatiyên ku li Wanê dest bi greva birçîbûnê kirin, xwedî li daxwazên Guven derketin. Çalakgeran gotin, "Ev hîn destpêk e."

Ji bo piştgirî ji greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven re were dayin, ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye, li Wanê jî greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakgerên li Wanê diyar kirin ku Guven bi tenê nîne û xwedî lê derketin.

TARHAN: BERXWEDANEKE XURT DANÎN HOLÊ

Ji çalakgeran Hevseroka DBP'ê ya Wanê Ayla Tarhan çalakî û sekna Leyla Guven a li dijî tecrîdê silav kir û got, "Bi navê gelê Wanê dikarim bêjim ku daxwazên wê daxwazên me ye."

Tarhan bi bîr xist, greva birçîbûnê li dijî tecrîdkirina Ocalan û gelê Kurd, li dijî polîtîkayên şer dest pê kiriye û anî ziman, ji roja Şemiyê ve li Amed, Riha, Edene û Colemêrgê berxwedaneke xurt a hevgirtî tê nîşandan.

Tarhan got, "Birêz Ocalan ne tenê şexsek e, ew gelek e. Tecrîdkirina wî tecrîdkirina gelên Rojhilata Navîn e. Lewma em ê heta dawiyê xwedî li daxwazên Leyla Guven derkevin."

SARISAÇ: TECRÎD POLÎTÎKAYEKE DEWLETÊ YE

Parlamenterê Wanê Mûrat Sarisaç jî bi bîr xist ku 20 sal in bi rengekî girankirî Ocalan hatiye tecrîdkirin û got, ev yek tecrîdkirina 45 milyon Kurdan e.

KARABÛLAK: EV HÎN DESTPÊK E

Hevseroka HDP'ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak jî got, tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û ew ê bi çalakiyên xwe yên demokratîk xwedî li Guven derkevin.

Karabûlak got, "Tecrîdkirina birêz Ocalan tecrîdkirina tevahiya mirovahiyê ye. Em ê jî li her derê li dijî vê tecrîdê têkoşînê bikin û ev hîn destpêk e."

'DAXWAZÊN GUVEN DAXWAZÊN ME NE'

Ji çalakgerên greva birçîbûnê Seyfettîn Bozkûrt got, "Em destekê didin Hevseroka xwe ya KCD'ê û Parlamentera xwe Leyla Guven ku ketiye greva birçîbûnê." Herî dawî got, "Em dixwazin helwesta ku berê ji bo parlamenterên CHP'ê hate nîşandan, ji bo Birêz Leyla Guven jî were nîşanda. Daxwazên Birêz Guven daxwazên me ne û em ê heta dawiyê xwedî lê derkevin."