Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 45'an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê ku li dijî tecrîdkirina Ocalan dest pê kir, di roja 45'an de ye. Nasir Yagiz jî greva birçîbûnê bi rengekî bê dawî û bêdorveger didomîne.

Greva birçîbûnê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Hewlêrê dest pê kir, di roja 45'an de ye. Koma 23'an çalakî dewr girt.

Endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî 45 roj bi rengekî bê dawî û bê dorveger di grevê de ye.

Nûnera HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş diyar kir ku wê çalakiya xwe heta dawiyê bidomînin û got, "Nasir Yagiz 45 roj in di grevê de ye. Rewşa tenduristiyê ya Yagiz nebaş dibe. Em bang li Neteweyên Yekbûyî, sazî û rêxistinên navneteweyî dikin ku di mijara tecrîdê de bi berpirsyarî rabin. Çalakgerên greva birçîbûnê dixwazin tecrîd tavilê were rakirin. Tecrîda ku ti bingeheke wê ya qanûnî nîne, pêwîste tavilê bê rakirin."

Piştî daxuyaniyê, koma 23'an çalakî dewr girt.