Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 31'ê de ye

Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 31'ê de ye. Koma 17. îro çalakî dewr girt.

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê û piştgiriya ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven bi pêşengiya Nûnertiya HDP'ê ya li Başûrê Kurdistanê pêk tê û di roja 31'ê de didome. Îro koma 17. ku ji rewşenbîr û welatparêzên bajarê Hewlêrê pêk tên çalakî dewr girtin.

Li ser navê koma nû Kawa Nadir axivî û got; "Em welatparêzên bajarê Hewlêrê piştgiriya berxwedana Leyla Guven dikin û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Em li navenda HDP'ê bi çalakiya greva birçîbûnê piştgiriya xwe ji bo hemû çalakiyên grevên birçîbûnê diyar dikin."

Nadir bi domdarî got; "Rêzdar Ocalan rêberê azadîxwaze ku sala 1999'an hate girtin û ji aliyê dewletên cîhanê ve radestî Tirkiyeyê hate kirin. Li gorî hemû yasayên navneteweyî her kesê ku daxwaza azadiyê dike divê danûstandineke baş li gel were kirin, lê belê danustandinekî xirab li gel Ocalan heye û tê tecrîdkirin."

Çalakger Kawa Nadir herî dawî got; "Em welatparêzên bajarê Kerkûkê daxwaz dikin ku tecrîda giran were rakirin û Ocalan demildest bê berdan."