Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 26'an de ye

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê, ku li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê dest pê kir, di roja 26'an de ye.

Nûnertiya HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê, ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî bike, li Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê ya dorveger-bê dawî kiribû. Çalakî di roja 26'an de ye.

Gelek saziyên li Başûrê Kurdistanê û gel serdana grevê dikin û destekê didin çalakgeran.

Heta niha zêdeyî 100 kes bi 13 koman tevlî çalakiyê bûne.

Endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî 26 roj in di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ye.