Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 23'an de ye

Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja 23'an de ye.

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê û piştgiriya ji bo Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven bi pêşengiya Nûnertiya HDP'ê ya li Başûrê Kurdistanê pêk tê û di roja 23'an de ye.

Greva birçîbûnê bi koma 12'emîn dewam dike ku ji jinan pêk tê.

Endamê HDP'ê Nasir Yagiz jî 23 roj in bi tena serê xwe bi rengekî bê dorveger û bê dawî di grevê de ye.

'HETA KU TECRÎD BI DAWÎ BIBE...'

Endamên HDP'ê diyar kirin, heta ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dîlgirtina parlamenterên HDP'ê dewam bike, wê çalakiya xwe bi dawî nekin.

Partî û rêxistinên li Başûrê Kurdistanê jî her roj serdana çalakgerên grevê dikin. Nûnerên HDP'ê diyar kirin, gef û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd roj bi roj zêde dibin û gotin, divê desteka ji bo çalakiyê zêdetir bibe.

Nûnera HDP'ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş got, "Tirkiye ne tenê gefê li Bakur dixwe, her wiha gefê li Başûr û Rojava jî dixwe."