Greva birçîbûnê ya li Amedê jî bi dawî bû

Li Amedê greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP’ê ya  ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.

Greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP’ê Selçûk Mizrakli, Dersim Dag, Remziye Tosûn, Semra Guzel, Mûsa Farîsogûllari û Saliha Aydeniz ya li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya HDP’ê ya Amedê bi daxuyaniya çapemeniyê bi dawî bû.

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllarî li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê daxuyaniya çapemeniyê da û wiha got; “Ji bo piştgiriya li Leyla Guven li gelek deran hevalên me dest bi çalakiyên greva birçîbûnê kirin. Em îro çalakiya xwe ya li vir bi dawî dikin. Lê ev nayê wateya dawî bûne. Em ê li her qadê bi her awayî piştgiriya xwe bidomînin. Tecrîd sûcekî dij mirovahiyê ye û em ê vî sûcî teşhîr bikin. Hem li qada siyasî û hem jî li kolana em ê gotina xwe bêjin û bi paş de gav ne avêjin. Kêmek maye ku Leyla Guven bikeve qonaxekî krîtik de, divê demildest bersiva daxwazên wê were dayîn.”