Greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 9'emîn de ye: Em ê teqez bi ser bikevin

Girtiyên ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd 9 roj in di greva birçîbûnê de ne, gotin "Eger daxwazên me bi cih neyên anîn, em ê çalakiyên xwe dema pêş hîn radîkal bikin."

Greva birçîbûnê ya dorveger a girtiyan di roja 9'emîn de ye ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hate destpêkirin.

Girtiyên li Bloka A a Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2'yemîn a Amedê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê peyamek şandin ku ji 27'ê Mijdarê ve dewam dike.

Girtiyan bi bîr xistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêzî 25 sal in bi rengekî bêhiqûqî li Îmraliyê li girtîgeha yek kesî tê girtin û gotin, "25 sal in bi kiryarên kêfî re rû bi rû ye. Di nava pîvanên mirovaiyê û hiqûqa destûra bingehîn de rewşeke bi vî rengî nîne."

'BILA MAFÊN DESTÛRA BINGEHÎNÎ BÊNE NASKIRIN'

Girtiyan xwestin ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin, rewşa wî ya tenduristî û temênê wî berçavan bê girtin û di vê çarçoveyê de li malê were ragirtin, bi parêzer û malbata xwe re her hefteyê hevdîtinê bike û mafên wî yên destûra bingehîn werin naskirin. Bi domdarî girtiyan ev tişt parve kirin: "Weke ku tê zanîn ku birêz Abdullah Ocalan ji bo biratiya gelan, ji bo çareserkirina krîz û şerê li Rojhilata Navîn û herêma em lê ne, xwedî roleke çareseriyê ye. Ji ber di pêvajoya salên di navbera 2013 û 2015’an de pozê kesekî xwîn nebû. Ev bi polîtîkayên aştiyê û bi keda birêz Ocalan çêbû. Lê belê kesên alîgirên şer xwe li vê pêvajoyê ranegirtin û dîsa şer dan destpêkirin. Ji wê rojê heta niha şer diqewime û dibe sedema gelek windahiyên aborî, civakî, siyasî û mirovahiyê."

'EGER DAXWAZÊN ME BI CIH NEYÊN ANÎN, ÇALAKIYÊN ME WÊ HÎN RADÎKAL BIBIN'

Girtiyan destnîşan kirin ku ew dixwazin ku dewlet li gorî feraseta "Vegera ji şaşiyê, başî ye" tevbigere û peyama xwe wiha bi dawî kirin: "Bila ev pêvajoya şer were rawestandin, tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan were rakirin, şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê li ber çavan were derbaskirin û di malê de bê ragirtin, mafên wî yên hiqûqî û mirovî werin dayîn û pêvajoyeke nû ya diyalogê were destpêkirin. Greva me niha dorveger e û her 10 rojan carekê komeke cuda dewr digire. Eger daxwazên me neyên bicihanîn wê çalakiyên me bêhtir bi radîkal dewam bikin. Em dixwazin pêşî li mirinan, pêvajoya şer bigirin. Em bang li hemû mirovên xwedî wijdan û saziyan dikin ku bila deng bidin dengê me. Em ê bi hev re bi mezinkirina çalakiya xwe ve teqez bi ser bikevin. Wê serketin a têkoşeran be."