Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê bi koma duyemîn didome

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ji bo rabûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin di roja sêyan de bi koma duyan didome.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Meclîsa Îştar ve hatî destpêkirin di roja sêyemîn de ji aliyê koma duyan ve hate didome.

Merasîma dewirgirtinê bi tevlîbûna hemû çalakvanan û bi dehan welatiyên wargehê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê çalekvana bi navê Fadîle Pîran axivî.

Fadîle di destpêka axaftina xwe de xêrhatina gelê amade kir û piştgiriya xwe ya ji bo girtiyên zîndanê da diyarkirin. Her wiha bi bîr xist ku armanca çalakiya wan ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Piştî axaftinê, koma nû çalekî dewir girt.

Merasîma dewirgirtinê ya çalakiya greva birçîbûnê bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bê Serok Jiyan nabe’ bi dawî bû.