'Gotina 'midûrê emniyetê yê berpirsyar' nehate nivîsandin'

Rûniştina doza li ser kuştina zarokên birayên hev ên li Silopiyayê pêk hat. Bersûc Omer Yegît got, berpirsyar midûrê emniyetê yê wê demê ye, lê belê ev gotina wî li raporê nehate qeydkirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê, 3'ê Gulana 2017'an panzereke polîsan kete nava malekê, pê li Mûhammed û Fûrkan Yildirim ên 7 û 6 salî kiribû û ew kuştibû. Der barê ajokarê wesayita zirxî polîs Omer Yegît û amîrê wî Mûrat Maden de doz hate vekirin. Rûniştina 9'emîn a dozê pêk hat. Rûniştina dozê li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran pêk hat.

Bavê her du zarokan Mesût Yildirim, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, endamên Navenda Bîrê û Hevseroka HDP'ê ya Navçeyê Guler Tûnç tevlî rûniştinê bûn.

Meqamê îdîayê xwest Omer Yegît û Mûrat Maden ji ber sûcê kuştina bi texsîr bên cezakirin.

'MIDÛRÊ EMNIYETÊ BERPIRSYAR E'

Bersûc Yegît diyar kir, berpirsyarê sereke yê bûyerê Midûrê Emniyetê ya Navçeyê yê wê demê Selçûk Erdogan e. Lê belê gotina Yegît li rapora rûniştina dozê nehate nivîsandin.

Rûniştin ji bo 19'ê Hezîranê hate taloqkirin.