Gotin 'xwe kuştiye', lê derket holê ku hatiye kuştin

Abdullah Derîn, ku bi îdîaya 'bi roketan êrîşî qereqola li navçeya Pîran a Amedê kiriye' hate binçavkirin û girtin, hate îdîakirin ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê çarşef bi stuyê xwe gerandiye û xwe kuştiye.

Abdullah Derîn ê 34 salî, bi îdîaya ku 'bi roketan êrîşî qereqola polîsan a li navçeya Pîran a Amedê kiriye', sala 2015'an hate binçavkirin û girtin, hate îdîakirin ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dawî li jiyana xwe aniye.

Derîn, 1'ê Tebaxê li navenda bajêr hate binçavkirin, ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Pîranê û ji bo bibe îtirafkar 11 rojan êşkence lê hate kirin. Di roja 5'an a binçavkirinê de agahî ji malbatê re hate dayin û dayika Derîn Hayriye û bavê wî Sabrî Derîn çû dîtina kurê xwe. Malbatê ragihand, ku êşkence li kurê wan hatiye kirin û ji hal ketibû. Dê û bav anîn ziman, ku dozger û polîsan zext û êşkenceya psîkolojîk li wan kirine ku ew jî bikin ku kurê wan bibe îtirafkar. Dayik Derîn ku nexweşa şekir, tansiyon û astimê ye û bav Derîn ê nû emeliyat bû, li emniyetê 4 saetan hatin hiştin û wêneyên wan hatin kişandin. Dozgerê Tirk li emniyetê heqaret li dayik Derîn kir û jê re got, "Ji Abdullah re nebêje kurê min. Xwezî te şîr nedabûya mirovekî bi vî rengî. Heq nake. Ez te bişînin nexweşxaneyê, dermanên xwe bigire. Û piştre biçe girtîgehê hinekî bimîne, bila aqlê te bê serê te." Malbata Derîn, piştî ku îqna nebû ku zexta îtifarkariyê li kurê xwe bike, hate berdan.

Piştî ku 11 rojan di binê çavan de ma, Abdullah Derîn şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê û agahî nedan malbatê. Malbata Derîn ji xizmê girtiyekî din hîn bû ku zarokê wan hatiye girtin û çû serdana kurê xwe.

QIRIKA WÎ NE WERIMIYE!

Derîn ku 32 rojan li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ma, hat îdîakirin ku li şewîşê çarşef xistiye stuyê xwe û xwe bi kalorîferê bi dar ve kiriye. Cenazeyê Derîn rakirin nexweşxaneyê û otopsî lê hate kirin. Ji Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî çend saetan agahî ji malbata Derîn re nehate dayin. Di rapora otopsiya destpêkê de hat îdîakirin ku xeniqiye. Lê ji ber ku qirika wî ne werimiye, fikar hene ku hatibe kuştin.

QEYÛM JI BO RAKIRINA CENAZE, WESAYITA CENAZE NEDA

Malbatê xwest cenaze rake, lê ne şaredariyê, ne jî nexweşxaneyê ambûlans an jî wesayita cenaze nedan. Polîs hatin cem malbata li ber nexweşxaneyê sekinî û jê re gotin, "Eger dirûşmek bê qîrîn û bûyer derkeve, berpirsyar wê hûn bin." Malbata ku bi saetan li ber nexweşxaneyê sekinî, qemyonek ji rê derbas bû sekinand û bi vê qemyonê cenaze bi Goristana Yenîkoyê û veşart.

'EZ BAWER NAKIM KU XWE KUŞTIBE'

Bav Sabrî Derîn diyar kir, ku kurê wî ne mirovekî xwe bikuje ye û bi bîr xist, ku di hevdîtina Cejna Qurbanê de moralê kurê wî li cih bû. Bav Derîn anî ziman ku kurê wî jê re gotiye, "Felaketek bi serê min ve hatiye. Ji min xwestin ku li ser yekî îfadeyê bidim. Ji ber ku kesî nas nakim û ti eleqeya min bi bûyerê re nîne, min li dijî kesî îfade neda." Bav Derîn diyar kir ku kurê wî kinc û pêlav jê xwestiye. Derîn destnîşan kir ku ew ne bawer e, ku kurê wî xwe kuştibe û got, "Kurê min 3 meh berê ji ber sûcekî edlî mehekê di girtîgehê de ma. Wê wextê li hucreya yek kesî dihate hiştin. Eger kurê min întixar bikira wê hingî întixar bikira. Kurê min mirovekî dilxweş bû. Ne bawerim ku li qewîşê xwe kuştibe."

'QIRIKA WÎ NE WERIMIYE, EV ÎNTIXAREKE ÇAWA YE?'

Dayika dilşewat anî ziman ku piştî binçakirinê wê kurê xwe nedîtiye û got, "Şev û roj li min herimîn. Timî digirîm. Kurê min ev heq nekir. Bifikirin; dema kurê min ji binê çavan derxistin û birin girtîgehê, kêfa me hatibû. Haya me jê tine bû ku wê ji vê nebaştir bi serê me ve bê. Piştre dema em çûn girtîgehê, ji ber ku min nasnameya xwe winda kir, nekarî kurê xwe bibînim. Kurê min xwe nekuştiye. Qirika wî jî newerimiye. Ev çawa daliqandin e?" Derîn xwest berpirsyar werin dîtin û anî ziman ku wan serî li ÎHD'ê dane. Derîn got, "Ev bi serê me ve hat, bila bi serê kesekî din neyê."