Gotin 'Bi kêrî PKK'ê tê' û pir xera kirin

Pira ku di dema Şaredariya DBP'yî ya Şaxê de ji bo gel hate çêkirin, ji aliyê qeyûmê AKP'ê ve bi îdîaya "Bi kêrî terorê tê" hate xerakirin.

Qeymeqamê navçeya Şax a Wanê û Cîgirê Şaredar Haci Asim Akgul xwest, Pira Geliyê Koruklu, ku gelek herêman bi navenda bajêr ve girê dide, bê xerakirin. Li ser vê daxwaza qeymeqamê Tirk, pir hate xerakirin.

Pira navborî, par ji bo gelê herêmê ji aliyê Şaredariya DBP'yî ve hatibû çêkirin û gelekî bi kêrî gundiyan dihat. Ev pir bi 13 kîlometeryan dûrî navçeyê bû.

Qeyûm Akgul li ser mijarê daxuyaniyek da û îdîa kir ku pir bi kêrî rêxistinê tê û ji ber vê yekê biryara xerakirinê daye.