Wekîlê Goran Şêrko Heme Emîn diyar kir divê hemû Kurd bi yek dengî xwedî li kampanya 'NA' ya bi pêşengiya HDP’ê derkeve, Kurdên Bakur teqez biçin ser sindoqê, bibêjin, NA û got: "Tevgera Goran li dijî dîktatoriya Erdogan heta dawiyê li pişt Kurdên Bakurê Kurdistanê ye."
2 roj ji referandûmê re man ku ev referandûm temenê dewleta Tirk a yekparêz di rêveberiya yek zilamî de dibîne, bi amûrên zorê yên dewletê li civakê hate ferzkirin. Kurdên li derveyî Bakurê Kurdistanê jî bi baldarî li referandûmê dinerin, ji ber sedema bandora wê bi meraq û fikar li benda encamê ne û hay ji girîngiya ‘NA’yê hene. Ji bilî hin beşên civakê ku hevkariya bi AKP’ê weke zîrektiyekê dibînin, banga destekdayina a Kurdan a ji bo Kurdên Bakur didome. Tevgera Goran ku heta niha desteka xwe ji HDP, DBP’ê nîşan dayî bang kir ku hemû Kurd bibêjin, NA.
KURD DIVÊ BIBÎNININ REWŞ BI KÛ VE DIÇE
Hemen Emîn ku ji ANF’ê re axivî diyar kir ku ji hêla prensîbê ve ew li dijî wê sîstemê ne ku AKP dixwaze bîne. Heme Emîn anî ziman, ku ne pêkan e ew sîstem were parastina ku bi tûmî bi rakirina parlamentê re armanc dikin li ser navê demokrasiyê tiştek nemîne û got ew li Tirkiyê li gel sîstema parlamenteriya demokratîk a rastîn in. Heme Emîn ragihand ku dixwazin parlamentê bi temamî were bêfonksiyonkirin, dîktatoriya ku Erdogan ku wê were ragihandin dixwazin heta 2029’an domdar be, Emîn got, pir jiyanî ye ku Kurd vê bibînin.
HETA DAWÎ EM LI PIŞT BAKUR IN
Emîn eşkere kir, ku hemû Kurd divê bi yek dengî xwedî li kampanya ‘NA’ ya bi pêşegiya HDP’ê derkevin û got, "Tevgera Goran li dijî dîktatoriya Erdogan heta dawî wê li pişt Kurdên Bakur be."
Heme Emîn diyar kir ku divê were dîtin bê ka ji bo çi hevşaredar, wekîl, hevserokên HDP’ê û bi hezaran rêveber hatine girtin û got ev zext û qedexe berdewam dikin. Heme Emîn diyar kir, ji bo vê sedemê teqez e ku divê Kurd bibêjin ‘NA’ û pir girîng e ji zilma Erdogan re ‘na’ were gotin, berevajî vê jî wê şaşîtiyeke dîrokî be.
BI PDK’Ê Û DÛVELINGÊN WÊ NEXAPIN
Şêrko Heme Emîn bal kişande ser hewldanên PDK’ê û hin dûvelingên wê yên li Bakurê Kurdistanê ku di hembêza AKP’ê de ne û got, propagandaya ku dibêjin divê Kurd di referandûmê de bibêjin ‘erê’ yan jî neçin ser sendoqê nayê qebûlkirin.’’ Heme Emîn diyar kir, "Divê ti Kurd zilma Erdogan û dewleta Tirk ji nedîtî ve neyê û ji sîstema dîktatoriyê re nebêje ‘erê’."
Heme Emîn diyar kir ku hemû Kurdên bakur li kûderê jî bin divê teqez biçin ser sendoqê û li dijî vê sîstema zilmê bi serbilindî bibêjin, Na.
REWŞA GIRTIYAN LI BER ÇAVAN
Heme Emîn têkildarî girêvên birçîbûnê yên girtiyên Kurd jî got: "Li dijî vê sîstema zilmê çi cure berxwedan were dayin divê mirov li pişt bisekine. Kurd divê her cure rêyên demokratîk biceribînin û dengê xwe bigihînin dinyayê. Hemû siyasetmedarên Kurd jî li cihê ku lê ne divê van girêvên birçûbûnê bibin qada navnetewî û bikaribin rêyên çareseriyê pêk bînin."