Goran: Bila Barzanî îstifa bike, hikumet betal bibe

Tevgera Goran, ji bo çareseriya bûyerên li Başûrê Kurdistanê diqewimin, pêşniyarên xwe eşkere kir.

Tevgera Goran xwest, Barzanî û alîkarê wî îstifa bikin û hikumet betal bibe.

Rêveberiya Tevgera Goran, piştî civîna xwe ya duh a li ser êrîşên li Kerkûkê û herêmên din, biryarên wergirtî ji raya giştî re eşkere kir. Berdevkê Tevgera Goran Şoreş Hecî daxuyanî da û ev xal eşkere kir:

-Meşrûiyeta Serokê Herêma Kurdistanê û Alîkarê wî nema ye û divê îstifa bikin.

-Divê qanûna Serokatiyê ya Herêma Kurdistanê bê betalkirin, Serokatiya Herêmê bê rakirin û li şûna wê sîstema parlamenteriyê bê bicihanîn.

-Pêwîste Desteya Wezîran a 8. a Hikumeta Herêma Kurdistanê bê betalkirin. Hikumeta Rizgariya Neteweyî bê avakirin, bi hikumeta federal re diyalog dest pê bike û amadekarî ji hilbijartinan re bê kirin.

-Ji bo gelê me ji rewşa xetere bê rizgarkirin, parlament li hev bicive.

-Rewatiya Konseya Bilind a Kurdistanê nemaye.

-Em ji hikumeta federal dixwazin ku êrîşên xwe yên li ser bajar û navçeyên Kurdistanê bisekinîne. Ji bo tazmînat ji mirovên li Xurmato, Kerkûk, Xaneqîn, Gulala, Şengal, Şêxan, Zumar, Mexmûr û herêmên din bê dayin, heyetek were avakirin.

-Diyaloga navbera hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta federal, li ser bingeha Destûra Bingehîn û statuya Herêma Kurdistanê bê kirin.