Gola Wanê tê wêrankirin: Ji bo vîlaya wekîlê AKP'yî perav tê dagirtin

Li navçeya Artemêtan a Wanê, li cihê ku Otela Merît lê ye, peravê Gola Wanê tê dagirtin.

Li gel serlêdanan jî şaredarî û komeleyên hawirdorparêz bêdeng in. Vê carê jî bo ji bo vîlayên wekîlê berê yê AKP'ê Abdulhalat Arvas û Îsmaîl Say peravên Gola Wanê tê dagirtin.

Şaredariya qeyûmê AKP'yî ku Gola Wanê pêşkêşî rant û avahîsaziyê kiriye, li Gola Wanê talaneke xwezayî dike. Gola Wanê ku bi kêmbûn û gemarîkirina ava wê kete rojevê, vê carê jî bi dagirtina peravan di rojevê de ye. Li navçeya Artemêtanê Otela Merît a li qirana Gola Wanê piştî ku dest guhert, dest bi sererastkirinê hate kirin. Lê belê qada ku otel lê ye, peravên Gola Wanê bi malzemeyê tijîkirinê tê dagirtin. Li pêşiya otelê, li nava golê giravên biçûk têne çêkirin. Şaredarî û saziyên pêwendîdar li gel serlêdanan jî xwe bêdeng dikin. Tevî nerazîbûnan jî xwediyê otelê peraveke nû ji otela xwe re çêkir.

JI BO VÎLA JI WEKÎL Û SEROKÊ AKP'YÎ BÊ ÇÊKIRIN PERAV TÊ DAGIRTIN

Heman piştî vê wêrankariya Merît Otel û Şaredarê AKP'yî Îsmaîl Say, wêrankariyeke din a xwezayî jî li navçeya Artemêtanê li peravê Gola Wanê hate kirin. Wekîlê berê yê AKP'ê Abdulhalat Arvas ku AKP'ê wezîfeya koordînatoriya nû ya herêmê da wî û Şaredarê Artemêtanê yê AKP'yî Îsmaîl Say ji bo karibin vîlayê ji xwe re çêbikin, perav tê dagirtin. Karê dagirtinê jî bi wesayitên şaredariya Artemêtanê ya AKP'yî tê kirin.

ŞAHÎN: GOLA WANÊ PÊŞKÊŞÎ RANTÊ HATIYE KIRIN

Ekolojîst Fatîh Şahîn li ser mijarê agahî da û Her der dagirtin, pêşkêşî avahîsaziyê kirin. Pêşkêşî rantê kirin. Li vê herêmê nabe ku avahî bê çêkirin. Çivîk, req, marmarokên li herêmê têne tunekirin. Zindî têne tunekirin. Li gorî qanûna peravê bi 100 metreyî nêzî peravê nabe ku avahiyek bê çêkirin. Lê belê qanûn li Wanê pêk nayên. Deverên ji bo gel in, pêşkêşî rantê têne kirin."