Gokkan: Encam wê ewreng be!

Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan got, "Gelê Kurd rengê referandûmê de di Newrozê de eşkere kir. Encam wê ewreng be."

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, referandûm û berxwedana li girtîgehan ji ANF'ê re nirxand.

Gokkan got, "Ev referandûm ji hemû referandûmên beriya niha cudatir e. Ya rast, Kurdan di cejna Newrozê de rengê referandûmê nîşan dan. Yanî, tevî hemû hilweşînên di nava 2 salên dawî de hatin kirin, Kurdan encama referandûmê di Newrozê de diyar kirin. Bêguman ev referandûm, ji ber ku referandûma guhertina sîstemê ye, xwedî wateyeke cuda ye. Bi vê referandûmê re li Tirkiyeyê rejîm tê guhertin. Ji vê re nabêjin guhertina rejîmê, dibêjin guhertina sîstemê, lê belê rastî ev nîne. Ji ber ku derbasî sîstema yek partiyê dibe. Ev sîstem weke mînakên Saddam, Sûriye û Afganîstanê ye."

'ÊDÎ AKP'YÎBÛYÎN JÎ TÊRÊ NAKE; ERDOGANBÛYÎN TÊ FERZKIRIN'

Gokkan anî ziman, li gorî sîstema ku rejîma AKP'ê dixwaze bîne, wê rêveberiyên îdarî yên herêmî ji partiyekê pêk werin û wiha dewam kir: "Ji ber ku Serokkomar wê hem walî hem jî qeymeqaman diyar bike. Wê hem dozger hem jî dadgeran, hem naveroka destûra bingehîn, hem jî wezîran diyar bike. Yanî Serokkomar wê bibe xwedî van erkan. Baş e, ev tê çi wateyê? Erka qanûndanîn, rêveberî û dadgeriyê, ku ewlekarî jî di nav de ye, wê radestî şexsekî were kirin. Bi gotineke din; hemû wezîr neçar in AKP'yî bin. Ya rast AKP'yîbûyîn jî têrê nake. Neçar in bibin Erdoganî. Hemû walî û qeymeqam neçar in Erdoganî bin. Hemû hêzên ewlekariyê, JOH û POH neçar in Erdoganî bin. Yanî, li şûna AKP'ê dibe ku navekî din be, lê belê hemû neçar in Erdoganî bin. Tevahiya desteya wezîran neçar e Erdoganî be. Ev yek jî rê li ber sîstemeke yek partiyê vedike. Heta ku erk radestî herêma neyê kirin, radestkirina hemû erkan ji bo serokkomar wê yekser bibe dîktatorî. Mînakên li gelemperiya cîhanê, bi vî rengî ne."

Gokkan bibîr xist, ku bi hovîtî û hilweşîna li bajarên Kurdistanê re Hiqûqa Şer a Cenevreyê hatiye binpêkirin, sûcê şer ê navneteweyî hatiye kirin û destnîşan kir, ku li gorî rejîma nû, wê ji ber vî sûcî nikaribin bên darizandin.

Ayşe Gokkan diyar kir, AKP'ê li Kurdistanê winda kiriye û helwesta xwe ya tekparêz li hemberî alîgirên xwe jî nîşan dide.

Gokkan got, "Erdogan li Kurdistanê yekser winda kiriye Di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û Cejna Newrozê re ev yek bi rengekî eşkere derketiye holê. CHP wê bêje NA. Ji xwe bi saya FETO bûn desthilatdar, wê Fethûllahî jî bêjin NA. Beşeke girîng a MHP'ê jî wê bêje NA. Ya rast ruhê 7'ê Hezîranê di vê referandûmê de jî heye."

Gokkan destnîşan kir, ku AKP propagandayeke gelekî bêqîmet dike û anî ziman, mîna gefên ji 7'ê Hezîranê heta 1'ê Mijdarê, niha jî heman gefên derketina şerê navxweyî dixwe.

'GIRTÎGEH VEGUHERÎN KAMPÊN NAZÎ'

Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan di dewama axaftina xwe de rewşa girtîgehên li Tirkiyeyê nirxand û anî ziman, girtîgeh veguherîne kampên komkirinê yên Nazî.

Gokkan diyar kir, pêkanînên li girtîgehan dişibin pêkanînên li kampên Nazî û anî ziman ku ev rewş, keyfiyeta dîktatoriyê ye.

Gokkan bibîr xist, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 18 sal in di hucreyekê de tê girtin û got, "Hê duh tu pê re rûnişt, lê îro radibe jê re dibêjî 'terorîst'. Kesekî ku tu pê re li dora maseyê rûniştiye, nabe ku tu jê re bêje 'terorîst'."

Gokkan işaret bi grevên birçîbûnê yên li girtîgehan kir û got, "Berxwedanên li girtîgehan dîrokî ye. Berxwedanek li dijî kampên komkirinê yên Nazî ye. Vê berxwedanê 50 roj li pey xwe hişt. Lazim e her kes di vî warî de bikeve nava hewldanan. Pêwîste heyetên navneteweyî û neteweyî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên civaka sivîl, dînamîkên jin û ciwanan derhal bikevin nava hewldana ji bo pêşî li vê rewşê bigirin. Naxwe wê rewşeke ku kes nikare ji binî rabe, rû bide."

'JI BO KURDAN WÊ ENCAM EWRENG BE'

Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan diyar kir, gelê Kurd bersiva xwe ya ji bo refearndûmê, di Newrozê de bi gotina 'Me serî netewand, bi me serbilind bin' a Mehmet Tûnç û gotina 'Encam çi dibe bila bibe wê ewreng be' ya fermandar Çiyager daye.

Gokkan destnîşan kir, ku van her du gotinan, hêzeke hêzeke mezin dane gelê Kurd û got, "Ji ber vê yekê, gotina dawî ji aliyê berxwedêran ve tê gotin. Gotinên berxwedêran jî gel bi rêxistin dike. Ji bo gelê Kurd, ku ewqas destketî bi dest xistiye, di vê referandûmê de encam çi dibe bila bibe, wê ewreng be."