Gokalp: Li Bedlîsê ewlehiya can û mal nîne

Parlamentera Bedlîsê ya HEDEP'ê Semra Çaglar Gokalp got, li gundên Bedlîsê yên ku herêma qedexe ya leşkerî, herêma ewlekariyê û qedexeya derketina derve lê hatiye ragihandin, ewlehiya can û mal nîne.

Nêzî 5 meh in li Xîzan û Tetwanê qedexeya derketina derve, operasyonên siyasî û leşkerî, êşkence û girtin dewam dikin. Di nava vê demê de bi sedan kes hatin binçavkirin, bi dehan kes jî hatin girtin.

Navçeyên Xîzan û Tetwan ên Bedlîsê û Wan jî di nav de li gelek bajaran di 28'ê Mijdarê de di encama serdegirtina malan de jin û zarok jî di nav de 110 kes hatin binçavkirin. Ji 100 kesên derketin pêşberî dadgehê 50 kes hatin girtin. Li Midûriyeta Emniyetê ya bajarê Bedlîsê êşkence li kesên hatibûn biçavkirin hate kirin.

Her wiha li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan ên Xîzanê 2'ê Tîrmehê qedexeya derketina derve hate ragihandin, piştre jî êrîşa leşkerî destpê kir. Li Tetwanê jî gundê Peyîndasê yê 10'ê Tebaxê ji aliyê leşker û cerdevanan ve hate dorpêçkirin, qedexeya derketina derve hate ragihandin. Di operasyonan de li herdu navçeyan 5 gundî hatin girtin, êşkence li kesên hatin binçavkirin hate kirin. Li Xîzan û Tetwanê daristan hatin birîn, qereqolên leşkerî hatin çêkirin.

NIKARIN XWE LI HIŞMENDIYA NETEWEYÎ YA KURD RABIGIRIN

Parlamentera Bedlîsê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Semra Çaglar Gokalp li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku Bedlîs hem ji aliyê taybetmendiya xwe ve hem jî ji aliyê dîrokî ve xwedî çandeke xurt a Kurdîtiyê ye. Semra Çaglar Gokalp got, "Lewma dewletê her tim êrîşeke taybet biriye ser vê herêmê. Di dîroka Komarê de bûye yek ji wan deveran ku polîtîkayên zext, înkar, îmha û asîmîlasyonê li dijî gelê Kurd hatiye meşandin. Lewma li Bedlîsê ji aliyê hişmendiya polîtîk û neteweyî ya Kurdan ve nikarin xwe li pêşketinekê rabigirin. Bi dîroka komarê ya 100 salî re eşkere bû ku meseleya Kurd bi polîtîkayên şer çareser nabe. Mixabin desthilatdariya heyî paşeroja xwe ya siyasî hîn jî di polîtîkayên şer de dibîne. Ev yek jî hem li Bedlîsê hem jî li her devera Kurdistanê dibe sedem ku zext û zilm dewam bike. Heta niha li ti devera Kurdistanê hiqûq bi cih nehate anîn. Di tevahiya dîroka komarê de bi vî rengî bû. Hiqûqeke taybet hate bicihanîn. Dem bi dem weke hiqûqa dijmin jî tê pênasekirin, lê belê ji vê jî wêdetir e. Mînak êrîşên dewletê yên li ser goristana Xerzanê bi ti gotinê nikare bê pênasekirin."

YA KU AKP LI KURDAN REWA DIBÎNE

Gokalp ragihand ku di serî de gundên Gûlpik û Peyindasê di mehên havînê de bi hinceta şer zilm li gelê li Bedlîsê tê kirin û got, "Êşkenceyê li mirovan dikin, gund bi gund digerin jin, extiyar her kesî bi rengekî komî binçav dikin, bax û baxçeyên wan talan dikin, daran dibirin û bi vî rengî zilmê dikin. Yek ji herêmên ku herî zêde herêma qedexe ya leşkerî, herêma ewlekariyê û qedexeya derketina derve hatiye ragihandin ev herêm e ku gund jî di nav de hen. Gundî nikarin heywanên xwe bibin çêrgehê, nikarin biçin nava zeviyên xwe, nikarin ji gund derkevin. Di rewşeke bi vî rengî de mirov nikare qala ewlehiya can û mal bikin. Jiyana ku desthilatdariya AKP'ê li Kurdan rewa dîtiye bi vî rengî ye."

ARMANC KOÇBERKIRINA BI ZORÊ YE

Gokalp destnîşan kir ku mîna beriya niha, di vê demê de jî yek ji sedemên vê zilma li Kurdan ew e ku dixwazin bi zorê gelê Kurd ji cih û warê wan bikin û got, "Bi binçavkirina mirovên 80 salî li gundan, bi ragihandina herêmên qedexe yên leşkerî û ewlekariyê, bi qedandina karên sewalkarî û çandiniyê, bi çikandina çavkaniyên aboriyê, bi tunekirina xwezayê dixwazin mirovên li gundan ji cih û warê wan bikin. Weke konsepteke şer, polîtîkaya xalîkirina ji mirovan tê meşandin. Dixwazin herêmê ji mirovan xalî bikin û veguherînin baregeheke leşkerî. Di salên 1990'î de şewitandina gundan hîn di bîra gelê Kurd de ye. Em vî rûyê zanin û nas dikin. Li gel ewqas zext û zilmê nekarîn me ji cih û warê xwe bikin, wê îro jî nikaribin. Me reh berdane nava vê xakê ku ew nikarin xwe bigihînin vî rehî."