Tora Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku şeş girtiyên siyasî yên Kurd ên li girtîgehên Ûrmiye û Tebrîzê duh daxuyaniyeke nivîskî weşandine û ketine greva birçîbûnê ya sê rojan.
Li gorî agahiyan Saman Nesîm, Kemal Ramazan, Ahmet Temûyî, Îbrahîm Îsapûr, Yûsûf Kake Memî yên li Girtîgeha Ûrmiyeyê û Alî Ahmet Suleyman ê li girtîgeha navendî ya Tebrîzê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, greva birçîbûnê ya sê rojan dane dest pê kirin.
Girtiyên siyasî di daxunaniya xwe ya hevpar de diyar kirin ku, "Gelek girtiyên siyasî, li hemberî polîtîkayên faşîst ên ku Dewleta Tirk, ketine greva birçîbûnê û tendirustiya wan roj bi roj xerabtir dibe. Lê Dewleta Tirk jî li hemberî vî tiştî, ji dêvila ku daxwazên girtiyan bi cih bîne, îşkenceya li ser girtiyan zêdetir kiriye. Di sala 2015’an de li hemberî greva me ya birçîbûnê ya 33 rojan jî, heman îşkence kiribûn. Ji ber ku rejîmên dîktator û hikumet ji xeynî vêya nikarin bersivekê bidin."
Girtiyên siyasî diyar kirin ku ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bikin, wan jî dest bi greva birçîbûnêya sê rojan kirine.