Girtiyên li Rihayê: Heta ku daxwazên me bên qebûlkirin wê bidome

Baroya Rihayê bi girtiyên li girtîgehên li Rihayê di greva birçîbûnê de ne, hevdîtin kir. Baroyê diyar kir ku nêzîkatiyên nebaş li girtiyan tên kirin û ragihand, girtî dibêjin "Heta ku daxwazên me bên qebûlkirin wê berxwedana xwe bidomînin."

Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Rihayê, li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên Hejmara 1, Hejmara 2 a Tîpa T ên Rihayê û Tîpa T a Sêweregê raporeke berfireh amade kir.

Di raporê de hate ragihandin, 5'ê Çileyê 15 girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin û ji 1'ê Adara 2019'an ve hejmara girtiyan gihîştiye 216'an.

Li gorî raporê, li her sê girtîgehên li Rihayê kiryarên xerab li dijî girtiyan tên kirin, pirsgirêkên tenduristiyê rû dane, nayên tedawîkirin û girtî ji mafên xwe yên qanûnî bêpar tên hiştin.

Di raporê de hate ragihandin, heyetek ji Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Rihayê mehên Çile, Sibat û Adarê serdana girtiyan kirine û ev tespît kiriye:

"* Heyeta me di hevdîtinan hemûyan de tespît kiriye, vîtamîna B-1 heta niha ji girtî-hikumxwarên di greva birçîbûnê de ne nehatiye dayin, vîtamîneke kompleks a ku vîtamîn hemû tê de ne piştî grevê hatiye dayin, lê belê vîtamîn hem gelekî dereng tê dayin, hem jî kêm tê dayin.

* Yên di grevê de ne divê bi rêk û pêk bên kontrolkirin, lê carna bi hefteyan, carna jî bi rojan kontrola wan nehatiye kirin.

* Hate tespîtkirin ku li girtîgehê doktorê mayinde nîne, doktorê ku bi demkî tê jî li gorî pîvanê exlaqî yê doktoriyê tevnagere, bi helwesteke siyasî nêzî çalakgeran dibe, car carna gotinên biçûkxistinê li dijî girtiyan bi kar tîne, kontrolên ku divê bi xwe bike, bi gardiyanan dide kirin.

* Li ser kontrolên ku divê bi rêk û pêk werin kirin û tiştên di dema grevê de bên kirin, agahî ji yên di grevê de ne û yên li ber wan e nehatiye dayin, lewma bi vî rengî dibe ku pirsgirêkên tenduristiyê yên veger jê re nebe, dikarin rû bidin."

Baroya Rihayê diyar kir, divê li gorî peymanên navneteweyî û mafên mirovan, şert û mercên heyî werin serarast kirin.

Di raporê de cih ji gotinên girtiyan jî hate veqetandin ku qala pirsgirêkên rêveberiya girtîgehê derdixînin pêşiya wan.

Li gorî raporê, girtiyan diyar kirin ku heta daxwazên wan bi cih bê anîn, wê greva birçîbûnê bidomînin.