Girtiyên li Şirnexê xwestin sewqî Îmraliyê bibin

7 girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bibin.

7 girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bibin a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê de dîl girtiye. Li gorî agahiyên ji parêzeran hatiye stendin, girtiyan daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re nivîsandine û xwestine sewq bibin.

Hate diyarkirin girtiyên bi navê Osman Fîdan, Abdulbasrî Ekîcî, Salîh Kûtlû, Hakan Kûtlû, Abdulkerîm Sevîn, Mahsûn Guçlu û girtiyekî navê wî nehate tespîtkirin daxwazname dane rêveberiya girtîgehê û rêveberiyê bi devkî ev daxwazname red kiriye.

Di 25’ê Çileyê de 78 girtiyên di Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 2’an a Rihayê jî xwestibûn sewqî Girtîgeha Îmraliyê bibin.