Girtiyên ji doza PKK-PAJK'ê: Dengê 'NA' wê bibe destpêk
Girtiyên ji doza PKK-PAJK'ê bal kişandin ser grevên birçîbûnê û gotin, "Dengê 'NA' yê li dijî xefika mirinê, ku sîstem dixwaze gelan bixe navê, wê bibe destpêka têkbirina êrîşan."
Girtiyên ji doza PKK-PAJK'ê bal kişandin ser grevên birçîbûnê û gotin, "Dengê 'NA' yê li dijî xefika mirinê, ku sîstem dixwaze gelan bixe navê, wê bibe destpêka têkbirina êrîşan."
Girtiyên ji doza PKK-PAJK'ê bal kişandin ser grevên birçîbûnê û gotin, "Dengê 'NA' yê li dijî xefika mirinê, ku sîstem dixwaze gelan bixe navê, wê bibe destpêka têkbirina êrîşan." Girtiyan destnîşan kirin, serketin wê ya mirovên bi rastiyê li ber xwe didin, be.
Li ser navê girtiyên ji doza PKK-PAJK'ê yên li girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê Denîz Kaya, li ser grevên birçîbûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Desthilatdariya AKP'ê, ku xwe nade ber veguherîn û çareseriya siyasî demokratîk a li Kurdistan û Tirkiyeyê, dixwaze faşîzmê heta radeya dawî xurt bike, mayînde bike û di jinûve birêxistinkirina herêmê de careke din gelê Kurd bê statu bihêle. Hemû polîtîkayên xwe bi vê armancê dimeşîne.
Zext, şîdet, talankirina mafên mirovan û girtinên ku li derve tên kirin, derbasî nava girtîgehan jî kirin. Bi pêkanînên xwe yên li girtîgehan re diwazin, operasyonên tepisandin û şikandina vînê yên li derve bibin serî. Êrîşên ku li dijî rûmeta mirovahiyê tên kirin, bi vê armancê tên kirin.
Li hemû girtîgehan êrîş tên kirin, mafên mirovan tên talankirin û bi taybetî hin girtîgeh weke herêma pîlot hatine hilbijartin û veguherîne îşkencexaneyê. Tevî vê yekê, hewl didin vîna me bişikînin. Li aliyê din jî dixwazin bikin ku her zindan bi pirsgirêkên xwe re mijûl bibe û nikaribe rewşa girtîgehên din bi têrkerî bişopîne.
DIVÊ EM XWE JI NÛ VE AVAKIRINÊ RE AMADE BIKIN
Weke girtiyên ji doza PKK-PAJK'ê, haya me ji pêvajoya bexwedana dîrokî ya serdema îro heye. Em pê dizanin, ku di vê pêvajoya diyarkirina çarenûsê de lazim e em bi rola xwe rabin. Li dijî êrîşên topyekûn, em li ser bingeha berxwedana şoreşgerî ya topyekûn, ji bo avakirina parastina rûmetê û avakirina kesayeta azad û jiyana azad, em her kêlî û qadê dikin qada jinûve avakirinê. Mirovên me yên hatine girtin, wê hişmendiya bûyerên bi serî ve hatine û tecrûbeyên xwe yên têkoşînê xurt bike û bibe xwedî vînekê ku êrîşkariya faşîst ji kiryarên wê poşman bike. Ji ber vê yekê, wezîfeya me ya sereke ye, ku sirgûn, êrîş û astengiyan ji xwe re nekin asteng û di her mercî û kêliyê de hevrêyên xwe ji berxwedan û avakirina jiyana azad re amade bikin.
JIYANA LI ŞAKRANÊ KIRIN DOJEH
Tevî çalakiyê me yên komî û topyekûn, pêwîste em piştgiriyeke xurt bidin hevrêyên xwe yên li herêmên ku faşîzmê ji xwe re weke herêma pîlot hilbijartiye. Yek ji van herêman jî Girtîgeha T4 a Şakranê ye, ku hevalên ji parçeyên din ên Kurdistanê li vê derê li hev hatine civandin. Jiyana li vê girtîgehê kirine dojeh. Di bin navê lêgerîna hesas de, lêgerîna bi rengekî tazî li ser girtiyan û malbatan tê ferzkirin. Bi pêkanînên; serjimartina li ser piyan, meşa bi rêzekê li korîdoran û bi sînga xwe kirina qerta girtîgehê, bêrûmetî û teslîmiyet tê ferzkirin. Girtiyên li pênc qewîşên vê girtîgehê dimînin, nikarin bi hev re têkiliyê deynin.
BANGA LI RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL Û WEKÎLÊN CHP'YÎ
Em bang li rêxistinên civakî yên sivîl û parlamenterên CHP'ê yên xwedî mafên mirovan dikin, ku rewşa li vê girtîgehê bibînin û bidin dîtin. Weke girtiyên ji doza PKK-PAJK'ê em ê giliyê îdareya vê girtîgehê bikin, pêkanînên li vê girtîgehê ji saziyên navneteweyî yên pêwendîdar re binivîsînin û piştgiriyê bidin hevrêyên xwe.
DENGÊ 'NA' WÊ BIBE DESTPÊK
Grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên li gelek girtîgehan, bi taybetî li girtîgehên Şakran, Sîncar, Edîrne, Wanê, rojên sihî li pey xwe hiştine. Li hemû girtîgehên din, ji 15'ê Adarê û vir ve grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger dewam dikin. Em dizanin ku tecrîda bê sînor a li ser Rêberê me, çavkaniya êrîşên li derve û girtîgehan e. Ji ber vê yekê, ji bo pêşî li zext, îşkence û polîtîkayên înkarê were girtin, divê tecrîd bê rakirin. Dengê 'NA' yê li dijî xefika mirinê, ku sîstem dixwaze gelan bixe navê, wê bibe destpêka têkbirina êrîşan.
Pêvajoya em di nav de ne, pêvajoyeke welê ye ku em ê nîşanî hemû mirovahiyê û dîrokê bidin ku em şopdarên Mazlûman, Kemalan û Ferhatan e. Weke girtiyên ku hejmara wan zûdeyî deh hezar derbas kiriye, em dizanin ku tevî deh hezarn malbatên xwe re em hêzek in û li ser vê bingeha ku em jiyanê û wateyê bi Rêberê xwe re parve dikin, em ê rola xwe ya dîrokî bilîzin û bibin afirînerên serketinên mezin. Serketin wê ya mirovên bi rastiyê li ber xwe didin, be."