Girtiyê nexweşê giran Ozkan ê ji nexweşxaneyê derxistin birin girtîgehê

Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku 4 roj in li beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê dihat dermankirin, dîsa birin girtîgehê.

Mehmet Emîn Ozkan ku di nav 38 girtiyên nexweş ên divê bên berdan de ye û di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê tê ragirtin, li ser di 2’ye Îlonê de aciz bûbû rakiribûn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîlê, dû rojan di beşa lênêrîna awarte de mabû û di servîsa normal de dihat dermankirin. Ozkan ê rîtma dilê wî heta 40’î ketibû, ji nexweşxaneyê hate derxistin û bi awayekî kelemçekirî dîsa birin girtîgehê.

Malbata ku îro bi bijîşkan re hevdîtin kir, hîn bû ku Ozkan ji ber nexweşiya dil rakirine nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên malbatê bi dest xistin rîtma dil a di şertên normal de di navbera 60 û 100’î heta 40’î ketiye. Tevî vê yekê jî Ozkan dîsa birin girtîgehê.

Keça Ozkan, Selma Ozkan derbarê rewşa bavê xwe de axivî û got: “Dema bavê wê ji nexweşxaneyê derxistin ji dûr ve dîtin. Mîna ku dê bireve derdora wî girtî bûn. Ji bo ku em neçim cem wî 5-6 kesan bergirî girtî bûn. Di kursiya bi teker de bû û destên wî bi kelemçekirî bûn. Weke robotekê bû. Bê bertek bû. Li tu deran nedinêrî. Şûna ku bi ambûlansê bibin bi dolmîşa girtîgehê birin. Îro birin lê dê sibê dîsa bînin. Dibe ku êvarî jî bînin. Ji ber ku rewşa wî nebaş e. Bi wî halê wî ew kelemçekirin. Heqê wî ambûlans û sedye bûn. Bijîşk got divê ‘pîl bêxin dilê wî’ lê nexistinê. Mirovekî vê yekê li mirovekî di wî halî de nake. Dixwazin bimire. Dixwazin em cenazeyê wî bigirin.”

Ozkan anî ziman ku bêwijdaniyê dikin û got: “Wî dibin mirinê. Dê bibin kujerên wî. Em qet vê zilmê qebûl nakin. Bila li cem wan nemire. 83 salî ye û zilmê li wî dikin. Em dixwazin bê berdan û em li ber serê wî bin.”