Girtiyê nexweş Yildirim li gel raporê nayê berdan
Girtiyê bi navê Selîm Yildirim (54) ku di girtîgehê de bi nexweşiya dil, şekir, tansiyon û kolestrolê ketiye, li gel raporên bijîşkan jî nayê berdan.
Girtiyê bi navê Selîm Yildirim (54) ku di girtîgehê de bi nexweşiya dil, şekir, tansiyon û kolestrolê ketiye, li gel raporên bijîşkan jî nayê berdan.
Girtiyê bi navê Selîm Yildirim (54) ku di girtîgehê de bi nexweşiya dil, şekir, tansiyon û kolestrolê ketiye, li gel raporên bijîşkan jî nayê berdan. Kurê Selîm Yildirim, Metîn Yildirim got, di şert û mercên girtîgehê de bavê wî nikare bijî û xwest bavê wî demildest bê berdan.
Girtiyê nexweş yê bi navê Selîm Yildirim di meha Hezîrana 2016’an de bi hinceta “Piştevaniya Rêxistinê” kiriye dema ji bo tedawiyê ji Çewlikê hate Amedê hatibû girtin. Yildirim ê ku di Girtîgeha Çewlikê de dihat girtin ji Çewlikê sewqî Girtîgeha Trabzonê hate kirin. Ligel raporên Saziya Tiba Edliyê jî Yildirim serbest nayê berdan. Kurê Selîm Yildirim, Metîn Yildirim der barê rewşa tenduristiyê ya bavê xwe de agahî da û xwest, bavê wî yê nexweş serbest were berdan.
'DI GIRTÎGEHÊ DE BI NEXWEŞIYÊ KET'
Yildirim diyar kir ku bavê wî di sala 1990’an de gelek caran hatiye binçavkirin, girtin û ji ber ku gelek caran îşkence li wî hatiye kirin, gelek nexweşî lê dane der. Yildirim da zanîn ku bavê wî di meha Hezîranê de bi hincetên pûç hatiye girtin û wiha axivî: "Beriya 7 mehan bavê min ji bo kontrola nexweşiya xwe hate Amedê û ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Piştî bavê min hate girtin, sewqî girtîgeha Çewlikê hate kirin. Piştî demekê di girtîgeha Çewlikê de ma ew sewqî Girtîgeha Trabzonê hate kirin. Di girtîgehê de şert û mercên jiyanê yên bavê min gelek nebaş e, di vê rewşê de bavê min nikare di girtîgehê de bimîne. Bavê min ji ber ku bi salan di girtîgehê de maye bi nexweşiyên dil, şekir, tansiyon û kolestrolê ketiye."
'DIBE QEYRANA DIL DERBAZ BIKE'
Yildirim da xuyakirin ku bavê wî di sala 1996’an de di girtîgehê de ji lingên xwe jî emelyat bûye û ev tişt got: "Di sala 2002’an de jî bavê min dîsa di girtîgehê de ji dil de emeliyat derbas kir û niha jî gelek nexweşiyê wî hene. Ligel rapora Saziya Tiba Edlî jî bavê min serbest nayê berdan. Li girtîgehê de tedawiya bavê min nayê kirin û ew bi ti awayî nikare di girtîgehê de bimîne. Ji ber ku bavê min tedawiya xwe nabîne dibe qeyrana dil derbaz bike."
Yildirim bang li raya giştî kir û got: "Divê li her derê gel xwedî li girtiyên nexweş derkeve. Bavê min bi ti şeklî nikare di girtîgehê de bimîne. Ez bang li tevahiya kesên bi peywirdar dikin ku ji bo girtiyên nexweş têkevin dewrê. Bila derbastên din ji girtîgehan dernekevin. Bila girtiyên nexweş serbest werin berdan."