Girtiyê nexweş tedawî nekirin û vegerandin

Girtiyê nexweş Omer Akbey, bêyî ku bê dermankirin ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê li girtîgeha Tîpa L a Patnosê hate vegerandin. Hate gotin, di dema saxkirin û lêgerînê de hatiye tazîkirin.

Girtiyê nexweş Omer Akbey, ji bo tedawiya nexweşiyên Hepatît B û girêka li pişta wî der bû, berî 6 mehan ji Girtîgeha Tîpa L a Patnosê ber bi Girtîgeha Tîpa D a Amedê hatibû veguhestin. Lê belê bêyî ku tedawiya Akbey temam bibe, ew li Tîpa L a Patnosê vegerandin.

Akbey pêr bi rêya telefonê ji malbata xwe re got, bêyî ku hincetekê jê re bêjin, ew ji Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Patnosê kirine.

Malbatê nerazîbûn nîşan da, ji ber ku bêyî temambûna tedawiya kurê wan ew sewq kiriye û diyar kir, di dema sewqkirinê de gava ku ew sax dikirin, zext lê kirine ku xwe tazî bike.