Girtiyê nexweş Ozkan dîsa nehate berdan

Mehmet Emîn Ozkan ê ku di îddîanameya doza Licê de derketibû holê ku tu eleqeya wî bi bûyerê tune, 25 sal in di girtîgehê de ye. Di rûniştina darizandinê de Ozkan dîsa nehate berdan.

Danişîna doza Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku 25 sal in girtî ye, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dîtin. Ozkan ji ber temenê mezin û nexweşiyê nekarîbû tev li danişînê bibe. Parêzerê Ozkan tev li danişînê bû.

Parêzeran bal kişand ser temen û nexweşiyên Ozkan û xwest Ozkan bê berdan. Lê heyeta dadgehê daxwaza parêzeran red kir û biryar da ku Ozkan dîsa girtî bê darizandin. Heyetê bi hinceta doza li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê ya têkildarî doza Lîcê bi encam nebûye, biryar da ku Ozkan girtî bê darizandin. Heyetê danişînê doza Ozkan taloqî 6'ê Gulanê kir.

Mehmet Emîn Ozkan, ji kuştina Tuggeneral Bahtiyar Aydin tê darizandin û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Ozkan 25 sal in girtî ye û ligel ku nexweş e û rewşa wî giran e jî nayê berdan.