Girtiyê nexweş ji ber tehliyekirina dereng jiyana xwe ji dest da!

Girtiyê nexweş ê bi navê Ahmet Bayar, ji ber ku bi derengî hate tehliyekirin jiyana xwe ji dest da.

Ahmet Bayar ê 52 salî yê ku di 15’ê Sibata 2011’an de bi hinceta ku beşdarî protestoyê bûye û bi hinceta ku “ligel ku ne endamê rêxistinê ye, lê li ser navê rêxistinê sûc kiriye” doz lê hatibû vekirin û di 31’ê Adarê de hatibû girtin. Bayar 5 mehan di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ma û ji ber ku xeriqî, malbata wî di 22’ê Tebaxê de li ber girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Bayar piştî vê çalakiyê hatibû tehliyekirin.

Bayar li nexweşxaneyê hate tedawîkirin û ji ber ku tedawiya wî derengî hatibû xistin, rewşa wî xerab bû. Bayar ji 64 kîloyan daket 45 kîloyan û di demên dawîn de êdî malbata xwe nas nedikir. Bayar roja çarşemê li mala xwe jiyana xwe ji dest da û li gundê Qulbînê yê Pîrana Amedê hate veşartin.

‘JI BER KU DIZANIBÛN EW Ê BIMIRE TEHLIYE KIRIN’

Emîne Bayar diyar kir ku berpirsyariya mirina hevserê wê di stûyê rêveberiya girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye û got, “Dema ku me, hevserê min anî nexweşxaneyê jî bijîşk gotibû ‘tu hêvî tune’. Ji ber ku dizanibûn ew ê hevserê min bimire, tehliye kirin. Ji bo ku bibêjin li girtîgehê nemir, wisa kirin.”

Bayar xwest ku bila girtiyên nexweş tavilê werin tehliyekirin û banga bihistyariyê li raya giştî kir.