Girtiyê nexweş Akin ev salek û şeş meh e li benda emeliyatê ye

Îsmet Akin, ku bi qasî 6 sal in bi birîna zikê xwe li girtîgehê ye, li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê ev salek û şeş meh in li benda emeliyetabûnê ye.

Îsmet Akin, ku 13'ê Sibata 2012'an li Amedê hate binçavkirin, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin û ev 6 sal in bi birîna ku di nava wî de rû da, li girtîgehê ye. Akin, dema li Girtîgeha Girtî ya Tîpa D a Amedê bû, 3 caran emeliyat bû, lê piştre sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Kirikkaleyê hate kirin. Li girtîgeha Kirikkaleyê tevî birîna xwe hewl dide xwe li jiyanê bigire.

Tevî ku rewşa tenduristiyê ya Akin giran bûye jî nayê demankirin. Li gel vê yekê, rêveberiya girtîgehê heqaretên giran û zextê lê dike. Malbata Akin ji jiyana wî bi fikar e û destnîşan dike, ku li şûna wî tedawî bikin, li nava şert û mercên hê giran tê hiştin.

BI QASÎ 2 SAL IN LI BENDA DERMANKIRINÊ YE

Kek Rifat Akin roja 9'ê Îlonê birayê xwe dît û anî ziman, ku rewşa tenduristiyê ya Îsmet roj bi roj nebaş dibe. Akin got, "Birayê min ku 6 sal in li girtîgehê ye, bi birîna di nava wî de der bûye li girtîgehê tê hiştin. Ji ber ku şert û mercên girtîgehê nebaş in, birîna wî timî vedibe. Ji xwe li Girtîgeha Kirikkaleyê ku nêzî saleke lê ye, nayê emeliyatkirin. Ji bo neyê emeliyatkirin jî ti hincetan nabêjin."

'BILA  JI GIRTÎGEHÊ CENAZEYÊ WÎ DERNEKEVE'

Kek Akin bang li raya giştî kir, ku ji bo ji girtîgehê cenazeyê birayê wî dernekeve bala xwe bide ser rewşa li girtîgehan û piştgiriya girtiyan bike.