Girtiyê Kurd Ehmed Silêman sîrgûnî girtîgeha Ûrmiyeyê hate kirin

Duh girtiyê Kurd Elî Ehmed Silêman ji girtîgeha Tewrêzê sîrgûnî girtîgeha Ûrmiyeyê hate kirin.

Li gorî rapora Tevna Mafê Mirov a Kurdistanê girtiyê siyasî yê Kurd Elî Ehmed Silêman, duh ji girtîgeha Tewrêzê sirgûnî girtîgaha Urmiyeyê hate kirin.

Rojên berê jî berpirsên girtîgehê girtiyê siyasî ji girtîgeha Tewrêzê derxistibû ji derve lê ji ber sedemê berfa zêde û girtina rê, şeva borî dîsa vegerandin girtîgeha Tewrêzê.

Sirgûnkirina Elî Ehmed Silêman di demêkê de hatibû kirin ku berê jê re hatibû gotin ku di 3’ê Sibatê de ji bo dawî anîna yek ji cezayê wî yên li girtîgeha Tewrêzê sirgûnî girtîgeha Ûrmiyê wê bê kirin.

Cezayê girtiyê Kurd Elî Ehmed Silêman 17 meh ên din wê biqede.

Elî Ehmed Silêman yek ji Kurdê welatiyê Başûrê Kurdistanê ye. ji 17’ê Mijdara 2005’ê ve li navçeya Tergewer ji aliyê hêzên asayîşa Îranê ve hatiye destgîrkirin.

Li dadgeha Înteqîlabî ya bajêr bi îdeaya ‘Endamtiya PJAK’ 5 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn û sîrgûnkirina wî ya ji girtîgeha Tewrêz bi îdeya sînor derbaskiriye û bi rêyên neyasî hatina Îranê 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Di roja sêşemê ya 4’ê Sibata 2015’an de Silêman piştî gireva birçîbûnê ya 33’ê rojan, ji girtîgeha Ûrmiyê sîrgûnî girtîgeha Tewrêzê hatibû kirin. ji demê destgîrkirina wî heta niha ji mafê hevdîtina li gel malbata xwe û têkilî danînê hatibû birîn.